SYPG'ê şehîdên komkujiya Pîrsûsê bîranîn

SYPG'ê bi çalakiyekê 33 şehîdên  komkujiya Pîrsûsê ya sala 2015'an de bîr anî. Di çalakiya bîranînê de hate gotin ku "Xeyalên wan şehîdan nîvco namîne"

SYPG'ê şehîdên komkujiya Pîrsûsê bîranîn
17 tîrmeh, 2018   17:14

QAMIŞLO

Sala 2015 ciwanên komunîst bi mebesta ku beşdarî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin û dirûşmeya “Me bi hevre parast em ê bi hevre ava bikin” berê xwe dane Kobanê, li bajarê Riha navçeya Pirsûs ê rastî  komkujiyê hatibûn. Di komkujiyê de 33 ciwan şehîd bûn.

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) Îro li bajarê Qamişlo taxa Xerbî bi çalakiyekê 33 şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn.

Endamên saziyê wêneyên 33 ciwanên şehîd li dîwarê şaredariya taxê xistin.

Piştre li ser navê SYPG’ê  Ronî Qamişlo diyar kir ku xewnên wan şehîda nîvco namîne û we bi rihe 33’ê şehîdên Pîrsûsê şoreşa Rojava biparêzin.

Ronî Qamişlo di dawiya axaftin de di şexsê  şehîdên Pîrsûsê soza şopandina riya şehîdan nû kirin.

(mk/hh)

ANHA