Sergoya Tirbespiyê tehdeyê li jiyana şêniyan dike

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bêhna dûmanê ku ji sergoya navçeyê derdikeve, bi gazinc in. Şaredariya Gel a navçeyê jî destnîşan kir ku dê di demeke nêzîk de kêşeyê çareser bikin.

Sergoya Tirbespiyê tehdeyê li jiyana şêniyan dike
Sergoya Tirbespiyê tehdeyê li jiyana şêniyan dike
Sergoya Tirbespiyê tehdeyê li jiyana şêniyan dike
Sergoya Tirbespiyê tehdeyê li jiyana şêniyan dike
Sergoya Tirbespiyê tehdeyê li jiyana şêniyan dike
17 tîrmeh, 2018   10:17

RÊNAS REMO – KADAR IBREHÎM / QAMIŞLO

Di demên dawîn de pirsgirêka sergoya ku kîlometreyekê dûrî navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê roj bi roj kortir dibe, zarok di nava sergoyê de agir pêdixin, ev jî dibe sedema ku dûman bi ser cihên niştecihbûnê de rabe, her wiha bêhna genî çêbe. Welatiyên navçeyê jî ji vê yekê bi gazinc in.

Jina bi navê Fatma Yûnis ya ji navçeya Tirbespiyê diyar kir ku dûman ji sergoyê bi ser wan ve radibe, ew jî dibe sedema nexweşiyan û wiha got: "Di van demên salê de hewa germ dibe, bêhn zêde dibe, piraniya welatiyan li derve xew dikin, ji ber bêhna genî, pir acizî heye."

Jina bi navê Kewser El-Xelef jî da zanîn ku şêniyên taxên başûrê navçeyê ji ber xeniqîn û dûmanên ji sergoyê derdikevin bi gazinc in û ji Şaredariya Gel a Tirbespiyê daxwaz kir ku pirsgirêkê di zûtirîn demê de çareser bike.

Hevserokatiya Şaredariya Gel a Tirbespiyê Nesîm Murad jî destnîşan kir ku ew sergo demkî li wir hatiye çêkirin û tekez kir ku di demeke nêzîk de dê çopxaneyê bibin cihekî dûrî bajar.

Nesîm di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû welatiyan kir ku agir di nava sergoyê de pênexin.

ANHA