Bi boneya 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê tedbîrên ewlekarî zêde dibin

Hêzên Ewlekariya Hundrîn bi hevkariya hêzên Parastina Civakî (HPC) bi hatina 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê tedbîrên ewlekariyê li ser bendên kontrolê yên ketin û derketina bajarê Kobanên zêde dikin.

Bi boneya 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê tedbîrên ewlekarî zêde dibin
17 tîrmeh, 2018   10:15

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê çalakî û şahiyên bi boneya 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku çirûska wê ya yekem ji Kobanê destpê kir, didom in. Ji ber vê yekê hêzên Ewlekariya Hundrîn jî ji bo parastina ewlekariya bajêr tedbîrên ewlekarî û bi taybet di hundirê bajêr de zêde dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di hundirê bajêr, gund û bajarokên girêdayî wê ji bo parastina ewlekariyê gera xwe zêde dike.

Di vê çarçoveyê de yek ji endamên hêzên Ewlekariya Hundrîn ku li ser nuqteya kontrolê ya bi navê rêya Cerablusê tê naskirin kar û xebatê dike ji ajansa me re wiha axivî,"Heta ku ji me tê em hewil didin ku parastina ewlekariya kantonê bikin. Em tu carî nikarin roja 25`ê Hezîrana 2015`an  ji bîr bikin (Komkujiya ku li Kobanê pêk hat). Tişta ku em dijîn û ji ber ku şahiya mezin li bajêr nêz bûye dihêle ku em hişiyar bin."

Her wiha hêzên Parastina Civakî (HPC) bi awayekî zêde li hemû kolanên bajêr belav bûne. Wek her carê ciwan, jinên ciwan, jin, mêr û kalepîr daketin qadan û çekên wan di destê wan de ne da ku ewlekarî û gelê kantonê biparêzin.

Li kantona Kobanê ji 14`ê Tîrmehê de çalakî û şahiyên cûr be cûr bi boneya pêşwazîkirina 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê têne lidarxistin.

(bx)

ANHA