Ciwanê filistînî yê birîndar jiyana xwe ji dest da

Ciwanê filistînî yê 2 meh berê di encama "Meşa Vegerê ya Mezin" de ku li Xezayê hate lidarxistin, birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê filistînî yê birîndar jiyana xwe ji dest da
17 tîrmeh, 2018   09:49

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku li Defaya Rojhilat ciwanê filistînî yê bi navê Sarî El-Siwêrkî ku du meh berê di çarçoveya çalakiyên "Meşa Vegerê ya Mezin" de birîndar bûbû û ev 2 meh e li Nexweşxaneya Mar Yûsif a li Qudsê dihat dermankirin, tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Xezayê çalakiyên "Meşa Vegerê ya Mezin" di 30'ê Adarê de hatin destpêkirin û di encamê de 139 welatiyên Filistînê jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 16 hezar kes birîndar bûn. Çalakî hê jî didomin.