YJC'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ya kantona Kobanê diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê tevahî parçeyên Kurdistanê hedef dike û bang şermezar kirin û bang li hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku beriya xwe bidin çeperên berxwedanê û parastina axa xwe bikin û li hemberî dagirkeriyê serî hildin.Serî hilde.

YJC'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang kirin
7 tîrmeh, 2018   17:25

KOBANÊ

Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) a Kantona Kobanê derbarê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî da. Bi amadebûna bi dehan jinê ciwan ên herêma Firatê ji aliyê endama yekîtiyê

Rohat Hecî Mehimûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

"Ev sedsalane li Kurdistanê,bin êrîşên qirkirinê kûrbuyîna faşîzmê didome.Bi serkêşiya dewleta tirk a dagirker re êrîşên li ser Efrînê

dest pê kir û xwest li Başûrê Kurdistanê jî berdewam bike. Axa kurdistanê bi tehdîda faşîzm re rû bi rû ma.Dîktetoriya faşîst a AKP

MHP'ê hebûna xwe li ser tunebûyîna kurdan bi êrîşên hovane re her ku çû bilindtir kirin. Li hemberî van polîtîkanyan bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanan re di bingeha hilweşandina faşîzm, azadiya gelan de berxwedaniyê bêhempa hat meşandin. di Deşt û çiyayan

de bi taybet jî di pêşengtiya hêzên gerîla re derbeyên mezin li van çeteyan dan .Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi berxwedaniya gelan re rû bi rû ma û pêvejoya hilweşandina wê dest pê kir li hemberî gelê Kurd her cûreyên tunebûyîn xist dewrê .bi Efrînê re xwest Kurdistanê di milê demografî de guhartinbidê çêkirin û gelê Kurd bi koçbertiyê re mecbûr bihêle. Dewleta tirk a dagirker û mêtînger bi êrîşên hovane re meskenên gerîlayan û cîhanên sivîlan ev demeke bombebaran dike. Li hemberî vê û di pêşengtiya jinên ciwanên Başûrê Kurdistan re ji her temenê kes berê xwe dan çiyayên Qendîlê.

Ev diyar dike ku pêşengê civakê jinên ciwan in û gelê Başûrê Kurdistan vê dagirkiriyê qebûl nakin. Dewleta Tirk a dagirker tenê xwesteka wî,ne parçeyekî Kurdistanê ye, armanca wî tevahî axa kurdistanê dagir bike. Hêza ku li hemberî vê armancê bisekine bê guman hêza jinê ciwan e. Heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê ji bo parastina axa xwe şer bikin.

Di dawiyê de em dibêjin: Divê demê de ji bo kurdan parastina ax ji nan û av pêwîstir e.

Em weke jinên ciwan bangawaziya hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku beriya xwe bidin çeperên berxwedanê û parastina axa xwe bikin û

li hemberî dagirkeriyê serî hildin.Serî hilde , şer bike Kurdistanê azad bike. Serî hilde ,serî hilde ,serî hilde."