Li seranserî Başûr dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin

Li seranserî Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya'Derkeve derkeve artêşa Tirk derkeve'  êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi çalakî û xwepêşandana hate şermezar kirin.

Li seranserî Başûr dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin
7 tîrmeh, 2018   17:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û navçeyên Ranya, Qeladizê, Çemçemal ên Silêmaniyê û navçeyên Kelar a Germiyan bi dirûşmeya, 'Derve derve artêşa Tirk derkeve' xwepêşandan û çalakî pêk hatin. Di çalakiya de dirûşmeyên, 'Erdogan baş bizane, Qendîl xeta sor e', 'Artêşa Tirk dagirkere, ji Kurdistanê derkeve', 'Qendîl kelha berxwedanê' û 'Faşîst û terorîst Erdogan' hatin berz kirin.

Xwepêşandan ji aliyê Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê ve hatin organîze kirin. Ji hemû beşên civakê beşdarî xwepêşandana bûn. Herwiha di xwepêşandanan de gelek pankart hatin hildan.

Di hemû xwepêşandanan de ev daxuyaniya Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê hate xwendin.

Di xwepêşandanên seranser de ev daxuyanî hate dayîn; "Hûn hemû ji rewşa Başûrê Kurdistanê agahdarin ku niha gelê me li ser tevahiya coxrafya siyasî û civakî de zemînî yê welatê me rastî dagirkeriya welatên herêmê tê. Ev rewşa nayê xwestin li Başûrê Kurdistanê gihiştiye astekî metirsîdar. Bi taybet rejîma faşîst a Tirkiyeyê ya dagirker li çarçoveya planên berfireh ên siyasî, leşkerî, aborî û çendî de qonexekî nû yê proseya dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê destpê kiriye.

Mixabin ev planên Tirkiyeyê bi piştgiriya rasterast û nerasterast ên hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Ev jî li dijî gelê me planekî qirêje. Li gorî me,hatina artêşa Tirk ji bo du armanca ne. Yekem ji bo ji holê rakirina Tevgera Azadîxwaz a gelê  me  û gelên herêmê ye. Armanca duyem jî, dagirkeriya tevahiya Başûrê Kurdistanê ye û ji holê rakirina ezmûnên siyasî û jiyana sivîl a Başûrê Kurdistanê û destdanîna li ser çavkaniyên enerjiyê û çavkaniyên aborî yên Başûrê Kurdistanê ye."

Daxuyanî wiha didome; "Herdu armancên dagirkeran di bingehên xwe de armancên kûr û stratejîk hene. Ew jî dagirkirina tevahiya coxrafya siyasî ya Kurdistanê û komkujîkirina gelê me ye. Herwiha ji holê rakirina îradeya azadîxwaz e. Divê em vê rastiya metirsîdar bibînin. Rewşa xirab a aborî, siyasî û nearamiya Başûrê Kurd rasterast peywendî bi planên dagirkeriya Tirkiyeyê ve heye. Bi rêya hinek aliyên siyasî re kar ji bo şkandina îradeya gelê me dike. Bi rêya vê krîzê dikin. Lewma ji derveyî li dijî dagirkeriya Tirk rawestandin ti krîz û pirsgirêk nayên çareser kirin.

Li ser vî bingehê divê gelê me li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê rabe û Başûrê Kurdistanê ji vê tengasiya heye rizgar bikin. Lewma rizgarbûna ji dagirkeriyê û krîzan pêwîstî bi têkoşîna hevbeş heye, ji ber ku herdu bi hev re girêdane. Bêdengiya aliyên peywendîdar ên weke Parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê û bêhelwestiya parlamentoya Herêma Kurdistanê û Iraqê zêdetir metirsî li ser îradeya xelkê, niştîmana Başûrê Kurdistanê çêdike. Eger bêhelwestiya wan berdewam bike, wê helwesta me ya cuda hebe li dijî dagikeriyê. Pêwîste em hemû bi hev re weke erkekî niştîmanî û demokratîk beşdarî parastina welatê xwe bibin û girîngiyê bi çalakiyên cuda bidin. "

Di dawiya daxuyaniya Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê de wiha tê gotin;" Em bang li tevahiya ciwan, jin, pêşmergeyên dêrin, rewşenbîr, aktivîst û gel dikin ku rûmet û niştîmanê xwe biparêzin. Başûrê Kurdistanê ji hemû cure dagirkeriya fikrî, coxrafî, çandî û aborî ya Tirkiyeyê û krîzên hatine çêkirin rizgar bikin. Zêdetir girîngiyê bi din Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê, di warê siyasî aborî, çandî rêxistin, dîplomasî de têkoşîna û parastina civakî berfireh bikin."