Ji ber kiryarên dewleta tirk careke din nexweş ket

Ciwanê bi navê Nûrî Mihemede Qasim ji Efrînê ye û ji ber bombebarana artêşa tirk a dagirker, jiyan lê herimiye. Qasim di zarokatiya xwe de bi newxeşiyekê dikeve lê paşê tedawî dibe. Piştî dagirkirina Efrînê careke din heman nexweşî lê derdikeve û niha di rewşeke xirab de ye.

Ji ber kiryarên dewleta tirk careke din nexweş ket
Ji ber kiryarên dewleta tirk careke din nexweş ket
Ji ber kiryarên dewleta tirk careke din nexweş ket
7 tîrmeh, 2018   09:59

FÎDAN EBDULAH / ŞEHBA

Li Kampa Serdem a kantona Şehbayê di bin her konekî de gelek zehmetî tên kişandin, ji ber ku di bin zilma dewleta tirk a dagirker de ji malên xwe derketin.

Ciwanê bi navê Nûrî Mihemed Qasim (18) ji herêma Coqa ya girêdayî bajarê Efrînê ye. Dayika Nûrî dibêje ku ji biçûkaniyê ve carekê ji ser hişê xwe çû û bi lezgînî ew birin nexweşxaneyê lê hate naskirin ku rehek di ber guhê wî de ziyan dîtiye û ji wê demê ve eger dengê bilind û zêde dibihîze ji ser hişê xwe diçe.

Nûrî piştî ku nexweş ket, hate dermankirin lê ji beriya 5 mehan ve û ji dema ku dewleta tirk a dagirker dest bi êrîşan li ser herêma Efrîn kir, careke din ev nexweşî lê vegeriya.

Dayika wî jî da zanîn ku ji ber dengê tank û topan lawê wê dîsa nexweş ketiye.

Rewşa Nûrî niha ne baş e, ji ber ku hê jî bi dengê tank û topan bandor bûye û hetanî niha jî nikare xwarinê bixwe û ne jî dikare bi kesekî re biaxive.

(cu/ew)

ANHA