Akademiya Civaka Demokratîk dewreyek nû destpê kir

Akadimiya Civaka Demokratîk a Kobanê dewreya xwe bi navê şehîd (Sariya Cûdî) ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan destpê kir.

Akademiya Civaka Demokratîk dewreyek nû destpê kir
Akademiya Civaka Demokratîk dewreyek nû destpê kir
Akademiya Civaka Demokratîk dewreyek nû destpê kir
7 tîrmeh, 2018   11:53

KOBANÊ

Akadimiya Civaka Demokratî di encama xebat û kedeke mezin beriya çend rojan şaxê xwe li bajarê Kobanê bi navê Akademiya Şehîd Hogir vekir, Dewreya yekem di şaxê Akademiyê de bi navê Şehîd Sariya Cûdî hate destpêkirin.

Dewreya destpêkê bi beşdarbûna 30 endamên meclîsa malbata şehîdan hate destpêkirin. 15 ji endamên dewreyê jin in.

Dewre dê 25 rojan dewam bike, Di dewreyê de wê dersên bîrdozî û girîngiya perwedeyê werin dayîn.

Yek ji Rêveberiyên perwerdeyê Serdar Benek da zanîn ku armanca dewreyê ew e ku civak çdi aliyê bîrdozî de were pêşxistin û girîngiya perwedeyê hîn bibe û wiha got: "Çawa pêwîstiya mirov bi xwarinê heye, ewqasî pêwîstiya mirovan bi perwerdeyê jî heye."

Akadimiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê di 6 mehên dawiyê de hezar endam di perwerde kirin.

Beriya niha du dewre li Kobanê yek bi beşdarbûna 77 endaman û yek jî bi beşdarbûna  34 endaman hatibû vekirin.

Li Sirînê jî du dewre hatin bidawîkirin.  Li gundê Qordînê ya girêdayî navçeya Qinê du dewre hatibûn vekirin.

 ANHA