Rojevên sereke yên rojnameyên ereban

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişand ser rewşa başûrê Sûriyeyê û pêşketina hêzên rêjîmê ya ber bi sînorê Urdinê ve. Rojnameyan her wiha dosyaya nukleerî ya Îranê û mijarên din jî wek mijarên sereke dîtin.

Rojevên sereke yên rojnameyên ereban
7 tîrmeh, 2018   08:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de rewşa li başûrê Sûriyeyê wek mijareke sereke dît, her wiha rewşa ewlekariyê ya Iraqê, Yemen û her wiha avakirina hikumeta Lubnanê wek mijarên sereke derketin pêş. 

Sûriye

Rojnameyên ereban der barê rewşa Sûriyeyê de gelek nivîs û analîz weşandin. Rojnameya El-Qudis El-Erebî der barê mijarê de sernavê "Itîfaqa di navbera opozîsyona çekdarî û Rûsyayê de opozîsyonê di navbera tevlêbûna Feyleqa Pêncan û derketina ber bi Idlibê ve dihêle" avêt. Rojnameya El-Erebî jî der barê mijarê de wih got: "Itîfaqa di navbera opozîsyona Sûriyeyê û Rûsyayê de şerê li Deraayê bi dawî dike". Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî sernavê "Hêzên El-Nimir bi sponseriya Rûsyayê nêzî sînorê Urdinê ne." avêt.

Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê de sernavê "Bi mîsogeriya Rûsya der barê dosaya Başûrê Sûriyeyê sererastkirin pêk hat, rêjîma deriyê Nesîb ê sînorî bi dest xist" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku ji beriya zêdeyî 2 hefteyan û danûstandin di bin agir û topbaranê de tê meşandin û wiha dom kir: "Di encamê de komên çekdar ên Artêşa Azad a Sûriyeyê li rojhilatê Deraayê sererastkirin qebûl kir. Bi vê yekê jî re hêzên rêjîmê dest dan ser deriyê sînor ê Nesîb ê bi Urdinê re."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de li ser zimanê çavkaniyên opozîsyonê got ku hêzên opozîsyonê di nav têkçûneke mezin de ne, ji ber nekarî şert û mercên itîfaqê baş bikin."

Iraq

Der barê rewşa Iraqê de jî rojnameya El-Şerq El-Ewset sernavê "Tolhildan di navbera hêzên Iraq û DAIŞ'ê de pêk hat" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çalakiyên tolhildanê di navbera hêzên Iraqê û DAIŞ'ê de pêk tên û wiha dom kir: "Di çarçoveya çalakiyên ewlekariyê ku hêzên Iraqê li dijî endamên DAIŞ'ê pêk tîne, di navbera her du aliyan de li parêzgehên Diyala, Kerkûk û Selahedîn êrîş têne kirin. Ev êrîş li rêzeçiyayên Hemrîn pêk tên."

Rojnameya El-Ereb jî der barê mijarê de sernavê "Siyasetmedarên iraqê careke din xwe di sengerên tayîfî û netewperestiyê de bi cih dikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku aliyên siyasî yên Iraqê ber bi dest ji hemû diruşmeyên sererastkirinû û parvekirinê berdin û wiha dom kir: "Ew diruşme beriya hilbijartinan dihatin hildan, di encamê de gelek lîste nêzî hev hatin."

Îran

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Îranê de jî sernavê "Tehran û 5 dewletên heyî armancên xwe diyar nekirine... Ji bo dosya nukleerî ya Îranê li çareseriyê digerin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Îran û 5 dewletên ku peymana nukleerî ya Îranê di sala 2015'an de îmze kirine, rewşa peymanê diyar kirine û wiha dom kir: "Di peymanê de 11 armanc hene, ew destûrê dide Îranê ku neftê û gazê derxe.

Lubnan

Der barê rewşa Lubnanê de jî rojnameya El-Şerq El-Ewsat sernavê "Avakirina hikumeta Lubnanê, vegeriya çargoşeya yekem, bi taybet ev yek jî piştî itîfaqa Merab pêk hat." Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku avakirina hikumeta Lubnanê careke din vegeriya çargoşeya destpêkê, ev jî piştî ku di nava çend rojên derbasbûyî de rewşa bêdengiyê ku serokkomarê Lubnanê Mîral Mîşel Ewn xwest derxe holê."

Yemen

Rewşa şer li Yemenê jî wekî mijarek sereke di rojnameyên ereban de cih girt. Rojnameya El-Heyat der barê mijarê de sernavê "Rizgbarkirina bajarekî başûrê El-Hudeyda, bombebarana dibe encama kuştina 7 endamên Qaîda." avêt.  Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Koalîsyona Erebî ku piştgiriya hikumeta Yemenê dike, zextê li El-Hudeyda zextê li hûsiyan dike û wiha dom kir: "Ev bi helwestek zelal û sabit di eniyên şer de pêk hat."

Filistîn

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê reşwa Filistînê de sernavê "Komên Filistînê amadekariyê dikin ku berê xwe bidin paytexta Misrê Qahîra, da ku lihevhatinê û bidawîkirina aloziya bi Îsraîlê re nîqaş bikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku şandeyên çekdarên opozisyonê amadekariyê dikin ku berê xwe bidin Misrê da ku danûstendinên nîqaş bikin û wiha dom kir: "Armanc ji vê serdanê pêkanîna danûsandinan e. Dê gelek mijarên girêdayî dosya lihevhatinê werin nîqaşkirin, di heman demê de dê aloziya ewlekarî ya bi Îsraîlê re jî were nîqaşkirin.

Başûrê Sûdanê

Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê Başûrê Sûdanê de jî sernavê "Danûstandin di navbera her du aliyên aloziya Başûrê Sûdanê dest pê kir, itîfaqa wan li ser sîstema ewlekariyê ye." avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku her du aliyên aloziya Başûrê Sûdanê gihaştine itîfaqê û wiha dom kir: "Li gorî itîfaqê 4 dozên sereke dê werin nîqaşkirin, ji wan bajar ji hebûnên leşkerî werin valakirin, her wiha dema yekbûna hêzan û ji nû ve birêxistinkirina wan, her wiha avakirina komîteya ewlekarî ya hevbeş jî dê esas werin girtin.”