'Kesên fermanên wan pêk nayîn in têne tunekirin'

Binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Efrînê, ji revandin, girtin û êşkenvekirin didome. Her wiha mal û milkên wan tenê desteserkirin û li şûna wan malbatên çeteyan têne bicihkirin. Kesê ku fermanên wan pê neyên têne tunekirin.

'Kesên fermanên wan pêk nayîn in têne tunekirin'
7 tîrmeh, 2018   08:11

CÎNAV HESEN / NAVENDA NÛÇEYAN

Rojane ji Efrînê agahiyên li ser kuştin, revandin, eşkecekirin û talankirina mal û milên sivîlan tê bihîstin. Welatiyên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatine xapandin û bi navê ku Efrîn bi ewle bûye vegeriyan warê Efrînê ji ajansa me re qala hovîtiya dagirkeran dikin.

Welatiyê (M.E) ji dema êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî yên li ser herêmê ji gundê Til Selor ê girêdayî herêma Cindirêsê derket û berê xwe dide bajarê Efrînê. (M.E) ku propogendayên artêşa Tirk ên "Herêmê bi wele bûye" biryara vegera ya li gundê xwe dide, lê nizane çi qeder li pêşiya wî ye. Di rê de (M.E) ji aliyê istîxbarata Tirkiyê ve tê girtin û derbasî Tirkiyê tê kirin, li wir jî cîhazê istîxbarat Tirkiyê û çeteyên Furqeya Sultan Murad lêpirsînê pê re dikin, di heman demê de wê êşkence dikin.

(M.E) destnîşan kir ku kesên ku lêpirsîn pê re dikirin bi zimanê Tirkî di axivîn û serpêhatiya xwe wiha parve kir, "Çavê min girtibûn, min nedizanî ez li kijan bajarî me. Ji min dipirsîn ka endamên rêveber ên Efrînê kî ne, cihê wan li kuderê ne, ez di kijan partiyê de me. Piştî du mehan min serbest berdan. Lê ez dîsa hatim girtin, vê care ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şam ve. Çeteyan bi hinceta ku têkiliyên min bi saziyên Rêveberiya Xweser hene, ez xistim girtîgehê, êşkence û heqaret li min kirin."

'Em ê Efrîn bişewitînin'

Serpêhatiya (M.E) hîna bi dawî nebûye. Piştî ku hat berdan, cara sêyemîn ji aliyê çeteyên koma "Ketaib El-Farûq"tê girtin. (M.E) li ser girtîna xwe ya cara sêyemîn anî ziman ku çeteyan wî bi awayekî hovane êşkencekirin û wiha axaftina xwe didomîne, "Di lêpirsînê de, ji min re gotin; hûn azadî û aşîtiyê dixwazin, çima hûn wisa li me dikin. Yek din jî got ku, em hatine Efrînê bişewitînin."

Sînaryoya girtina (M.E) çend caran li herêma Cindirêsê dûbare bû. Cara dawî di meha derbasbûyî de bû. Çeteyan piştî ku dest danîn ser milkên wî, zeviyên zeytûnan û erbeyan wî, di bin tehdîda kuştinê fermand dane ku di nava 10 rojan de tevlî malbata xwe bi temamî ji herêma Efrînê derkevin.

(M.F) tekez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên welatiyên Cindirêsê talan dikin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dikin.

'Yên fermanên wan pêk neye tê kuştin anî tesfiyekirin'

(M.E) bûyerên li Efrînê ku bi çavê xwe ditîn vedibêje. (M.F) got, "Şêniyên li Efrînê di nava tirsê de ne. Çete û artêşa dagirker milên wan talan dikin. Kesên ku li hember wan disekine, an jî qebûl nake milkê xwe teslîmî bike, gefa kuştinê lê tê xwarin.

M. E anî ziman ku parêzer Samî ji pêkhateya Ereb e, qebûl nekirin pere bide, hate kuştin.

Guhertina demografiya Efrînê didome

M.E diyar kir ku, çeteyên artîşa Tirk bi darê zorê û bi gelek bihaneyan welatiyan ji malên wan derdixînin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dikin.

Hêjayî gotinê ye ku tevî malbata M.E yak u ji 9 kesan pêk tê, 10 malbatên din bi danê zorê ji Efrînê hatine derxistin.

(şx)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>