QSD'ê di derbarê hemleya Bagera Cizîrê daxuyanî da

QSD'ê hemleya rizgarkirina bajaroka Dişîşa ya Hesekê û parastina ewlekariya sînorê Sûriyê û Iraqê bi daxuyaniyekê ragîhand.  

QSD'ê di derbarê hemleya Bagera Cizîrê daxuyanî da
4 hezîran, 2018   10:54

HESEKÊ

Daxuyanî li gundên başûr-rojhilatê Hesekê bi beşdarbûna hejmarek fermandarên QSD'ê ji aliyê Berdevka Fermî ya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdulah ve hate xwendin.

Daxuyanî wihaye:

"Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Hemleya Bagera Cizîrê de û piştî hêzên me rizgarkirina Baxoz temam kirin û herêma ku çeteyên DAIŞ'ê xwe lê bi cih dikirine, xist çemberê, hêzên me niha destpêkirina hemleya leşkerî ya rizgarkirina bajaroka Dişîşe ya Hesekê radighîn e.

Veguhestina şer ber bi Dişîşa ve berdewama xebatên parastina ewlekariya sînorê Sûriyê û Iraqê ya başûr-Rojhilatê Hesekê ye û rizgarkirina tevahî gundê Parêzgeha Hesekê  ji hebûna rêxistina DAIŞ a terorist. Hîn jî terorist di herêmek  bi qasî 3 hezar kîlometir çargoşe ya parêzgeha Hesekê de hene. Herêma ku bajaroka Dişîşa navenda wê ye.

Hemleya rizgarkirina Dişîşa li ser esasê pîlanek  ku berê hatiye amadekirin û bi awayekî kordînekirî bi Artêşa Iraqê û Koalîsyona Navdewletî re pêk hatiye. Hêzên me li gorî wê pîlan û şêwira hevbeş a ji bo tunekirina terorê û têkbirina wê  ber bi bajaroka Dişîşa ve biçin. Armanc parastina ewlekarî û aramiya herêmên rizgarkirî û şêniyên herêmê yên salên derbasbûyî gelek zulim û zordarî ji destê çeteyan kişandin.

Ev daxuyaniya me piştî çend saetan ji tevgera hêzên me ya li ser erdê li dijî DAIŞ'ê pêk hatiye. Armanca me ji vê hemleyê rizgarkirina tiştê maye ji xaka başûr-rojhilatê Hesekê ye.

Hemleya me ya Bagera Cizîrê ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser kantona Efrînê hatibûn rawestandin. Lê hêzên me QSD di 1'ê gulana derbasbûyî de careke din hemle dewam kir.

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleyê de hêzên me pêş ketin û herêmek berfireh  ji xaka ku gundê Baxoz jî di nav de rizgar kir. Ev hemleya ku hêzên me ragîhandiye bi armanca rizgarkirina tiştê maye ji gundên başûr-rojhilatê Hesekê û paqijkirina xeta sînorê me ya bi Îraqê re ye.

(dc)

ANHA