Navên şehîd Hogir û Dilîşan dê di  mûzeya Newseum de cih bigire

Mûzeya Newseum a li paytexta Amerîka Waşintonê ku yek ji mezintirîn mûzeyên nûçe û rojnamevantiyê ye dê roja duşemê navên herdu nûçegihanên ajansa me (ANHA) şehîd Hogir Feysel Mihemed û şehîd Dilîşan Îbiş ku li Dêrazorê dema erka xwe pêk tanîn şehîd bûne li rex 16 navên rojnamevanên din di mûzeyê de daliqîne.

Navên şehîd Hogir û Dilîşan dê di  mûzeya Newseum de cih bigire
4 hezîran, 2018   10:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Mûzeya Newseum bueryên rojnamegeriyê pêşkêş dike, serdanên mûzeyê dikarin gelek çîrok û rola rojnamegeriya azad di dîrokê de û girîngiya azadiya fikr bixînin. Mûze ji 15 salonên pêşandanê û 15 holan pêk tê.

Piraniya rojnamevanan ku navên wan li ser dîwarê mûzeyê hatine daliqandin, rojnamevanên ku buyerên li Îraq û Sûriyeyê radigihandin û şehîd bûne ne. Bi taybet yên şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê radigihandin.

Niha li ser dîwarê mûzeyê navên 2305 rojnamevanan hatine nivîsandin û salane navên rojnamevanên şehîd bûne lê tên zêdekirin û malpera mûzeyê  kurtejiyana van şehîdan dinivîse.

Mûze îsal jî dê navên herdu şehîdên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Hogir Feysel Mihemed û Dilîşan Îbiş daliqîne, ku li Dêrazorê di sala borî de şehîd bûne.

li rex wê her wiha navê Şefa El-Kurdî nûçegihana kanala Rûdaw, Erkan Şerîf karmendê kanala Kurdistan 24 dê bêne daliqandin.

Ev jî lîsteya 18 rojnamevanan û cihên lê şehîdbûne ye:

Hogir  Fêsel Mihemed/ Sûriya.

Dilîşan Îbiş / Sûriya.

Mihemed Ebû Zêd / Sûriya.

Christopher Allen / Başûrê Sûdan.

Nikolay Andruchenko / RÛSIYA.

Sodip Dutta /Hindistan.

Merslava Wildchova / Mexico.

Daphne Karona Galizia / Malta.

Şefa Kurdî / Iraq .

Gori Lankish / Hindistan.

Christopher Iban Lozada / Filpîn.

Yemîn Reşîd / Maldîv.

Fronik Robert / Iraq.

Erkan Şerîf / Iraq.

Javier Valdez Cardenas / Mexico.

Maria Evinia Vasquez / Colombia.

Stefan Finov / Iraq.

Kim Wall / Denmark.