Dê ceyran bighêje hemû saziyên herêma Keramê

Saziya Ceyranê ya herêma Keramê ya Reqayê dest bi xebatên gihandina ceyranê ya ji bo hemû saziyên xizmetguzariyê kir.

Dê ceyran bighêje hemû saziyên herêma Keramê
Dê ceyran bighêje hemû saziyên herêma Keramê
4 hezîran, 2018   10:01

REQA

Saziya Ceyranê ya herêma Keramê ya Reqayê ê beriya niha ceyran gihand hemû stasyonên belavkirina avê yên li herêmê. Niha jî amadekariyên qonaxa duyemîn dike. Di çarçoveya qonaxa duyenîn de dê ceyranê bighîn hemû saziyên xizmetguzariyê. Rayedaran destnîşan kirin ku qonaxa sêyemîn jî wê sazî hewl bide ceyranê bighîne hemû malên herêmê.

Endamê Ekîba kar di Saziya Ceyranê de Xelef El-Ferec derbarê mijarê da zanîn ku wan hemû xetên zirar dîtne temîr kirin û ev tişt anî zima: "Me destpêkê ceyran gihand xetên belavkirina avê, ji ber ew yên herî girîng in, welatî ji wir zeviyên xwe av didin. Niha jî em ê hewl bidin ceyranê bighîn in hemû saziyên xizmetguzariyê yên herêmê, paşê de em ê kar û xebatên xwe bidomîn in da ku ceyran bighêje hemû malên herêmê."

(dc)

ANHA