Tirkiye bi kiryarên xwe destdirêjiyê li hilberîna sewalan dike

Di encama kêmkirina herikîna ava çemê Firatê de ya ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, rewşa xwedîkirina sewalan li herêma Tebqayê li rex têkçûna hilberîna çandiniyê gelekî paşve çûye.

Tirkiye bi kiryarên xwe destdirêjiyê li hilberîna sewalan dike
4 hezîran, 2018   09:55

TEBQA

Di encama kiryarên Tirkiyeyê de ku herikîna ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê birriye, li keviyên çem gelek cûreyên vîrosan belav bûne. Her wiha ziyaneke mezin bi zeviyên çandiniyê yên li rex çem bûne. Ji ber ku pez û sewalên herêmê êma xwe ji van deveran werdigrin bi gelek nexweşiyan ketine.

Girêdayî mijarê Endamê Komîteya Çandiniyê ya bajaroka El-Mensûra ya girêdayî Karîgeriya Çandiniyê ya Tebeqayê Xelef El-Elî behsa bandorên neyînî yên bi sewalan bûye kir û wiha got: "kêmbûna herikîna çemê Firatê hişt ku gelek nexweşî bi pez û sewalan bikevin, nemaze nexweşiya Ebû Ifêş ku şîrê sewalan ziwa dike û hiriya pez jê dikeve, ji ber kulbûnên di maîdeya sewalan de."

El-Elî di berdewama axaftina xwe de got ku gelek nexweşiyên din bi sewalan ketine û di encamê de ziyaneke mezin bi aboriyê dibe ji ber ku gelek ji van pez û sewalan dimirin.

Ziyan ne tenê bi sewalan bûne, lê belê gelek mirov jî bi van nexweşiyan ketine, ji ber ku sewalên ne mirî nexweşiya xwe bi riya şîr û goşt derbasî mirovan jî dikin.

Dewleta dagirker a Tirkiyeyê van kiryar û siyasetên xwe berfirehtir dike û li ser çemê Dicle jî bendavekê avadike û di encamê de herikîna ava çemê Dicle li ser Îraqê jî dibirre. Ava çemê Firatê jî ev bêtirî 6 meh in li ser Sûriye û Îraqê birrî ye.

ANHA