Embarên Girê Spî pêşwaziya hilberîna genim dikin

Cara yekemîn ji 7 salên aloziya Sûriyeyê ve embarên hilberînê yên kantona Girê Spî deriyên xwe ji nû ve vekirin û pêşwaziya hilberînên cotkaran dikin.

Embarên Girê Spî pêşwaziya hilberîna genim dikin
Embarên Girê Spî pêşwaziya hilberîna genim dikin
Embarên Girê Spî pêşwaziya hilberîna genim dikin
Embarên Girê Spî pêşwaziya hilberîna genim dikin
Embarên Girê Spî pêşwaziya hilberîna genim dikin
4 hezîran, 2018   09:29

ÎBRAHÎM EHMED – GULÎSTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Embarên hilberîna çandiniyê yên kantona Girê Spî ku ji ber aloziya Sûriyeyê ve û rewşa şer ev 7 sal in hatine rawestandin, niha ji nû ve deriyên xwe li pêşiya hilberînên cotkarên herêmê vekirin.

Embarên hilberînê yên li gundê El-Sexrat ya li başûrê bajarê Girê Spî, piştî xebatên Komîteya Çandiniyê û Aboriyê yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî ku hemû lêçûnên sererastkirinê girtin ser milên xwe careke din deriyên xwe li pêşiya hilberîna cotkaran vekirin.

Girêdayî mijarê endeziyar û serokê Navenda Girê Spî ya Embarên Hilberînê Ebdullah El-Xelîl diyar kir ku ji ber hovîtiya komên çete yên DAIŞ'ê ku di serdema dagirkeriya wan de li herêmê gelek alavên embaran dizîne û gelek aliyên wê hilweşandine û ji ber vê yekê ew di xebatên sererastkirinê de rastî gelek astengtiyan hatine.

El-Xelîl da zanîn ku xebatên sererastkirinê bêtirî mehekê li ber xwe da û niha ji bo wergirtina hilberîna cotkaran embaran deriyên xwe vekirine. Cotkarên herêmê jî piştî ku kaxezekê ji komîna xwe werdigirin hilberîna wan li van embaran tên wergirtin.

Di derbarê hilberîna genim de jî sê cûre hene ew jî ev in:

-          Cûreya yekemîn kîloya wê bi 175 lîreyên Sûriyeyê tên wergirtin

-          Cûreya duyemîn kîloya wê bi 173,4 lîreyên Sûriyeyê tên wergirtin

-          Cûreya sêyemîn lîloya wê bi 171,5 lîreyên Sûriyeyê tên wergirtin

Cûreyên din jî li gorî kalîteya wê buhaya wê tê diyarkirin. Hilberîna îsal jî ji ber denegmayîna baranê û lehiyên demsala buharê ziyaneke mezin dîtin.

Embarên El-Sexrat dikare 12 hezar ton werbigire û di roja xwe ya yekemîn de nêzî 565 ton wergirtin.

Di embarên El-Sexrat de 13 xebatkar dixebitin, her wiha du pispor jî çavdêriya xebatên wan dikin û embaran didin xebitandin. Her wiha 11 karmendên din jî têde dixebitin.

Buhaya genim her 15 rojan carekê li cotkaran tê belavkirin. Piştî ku embarên El-Sexrat bêne dargirtin, genim dê ber bi embarên Eyn Îsa, El-Çelebiyê û El-Dehlîz ve bêne şandin.

Endeziyar Ebdullah El-Xelîl bang li cotkaran kirin ku di çinîna hilberîna xwe de lez nekin, ji ber ku genimê ji embaran tê hêjî nem têde heye.

ANHA