Ji ber teqîna volkanê 25 kes mirin

Li Guatemalayê Volkana Fuego teqiya. Di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber teqîna volkanê 25 kes mirin
4 hezîran, 2018   09:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Guatemalayê ku yek ji welatên Latîn Amerîkayê ye, volkana Fuego ku 40 kîlometreyî li başûrê rojava yê paytexta Guatemala City ye, teqiya. Kevir, dû û xwelî ji devê volkan fûriya.

Saziya Rêveberiya Karesatê ya Neteweyî ragihand, lava ji devê volkan herikî gihîşt gundê El Rodeo, hemû malên li gund da ber xwe û mirovên di xaniyan de şewitand.

Balafirgeha La Aurora ya li Guatemala Cityê ji ber xewliya li ezmên belav bû, hate girtin.

Serokkomar Jimmy Morales diyar kir, plana rewşa lezgîn a neteweyî hatiye ragihandin û bi cih tê anîn. Morales got, "Em di wê baweriyê de ne ku herî kêm 3 herêm xera bûne."

Li gorî pisporan, teqîna vê carê ya volkan ji sala 1974'an û vir ve ya herî mezin e.