Xwepêşandanên Urdinê gûr dibin

Bi sedan welatiyên Urdinê duh di saetên êvarê de  li paytext Omanê tevlî xwepêşandanên li dijî qanûna zêdekirina bace bûn. Di heman demê de çavkaniyan texmîn kir ku Qiralê Urdinê ji Serokwezîr bixwaze istîfa bike.

Xwepêşandanên Urdinê gûr dibin
4 hezîran, 2018   09:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja şemiyê bi sedan welatiyên Urdinê di roja 4'an a çalakiyên di çarçoveya dijberiya qanûna zêdekirina bace de ku têne lidarxistin, daketin kolanên paytext Omanê. Şahîdan li ser mijarê ji Rutersê re gotin ku welatî li nêzî navenda meclîsa wezîran kom bûn û bi diruşmeyên xwe daxwaz kirin ku Serokwezîrê Urdinê Hanî El-Mulqî istîfa bike. Meşvanan gotin ku ew ê dawî li çalakiyên xwe neyîn in heta hikûmet pirojeya xwe ya qanûna zêdekirina bace ibtal bike.

Li aliyê din jî çavkaniyên siyasî destnîşan kirin ku tê payîn Qiralê Urdinê Ebdulahê duyemîn ji Serokwezîr Hacî El-Mulqî bixwaze istîfa bike, da ku aciziya gel kêm bibe. Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku Ebdulahê duyemîn îro bang li serokwezîr kir.

El-Mulqî di gulana sala 2016'an de hat ser kar û ji wî hate xwestin ku aloziya aborî ya herêmê çareser bike. Duh El-Mulqî qebûl ne kir ku qanûna zêdekirina bace paş ve bikşîne.

Di sala 2012'an de jî li Urdinê çalakiyên gel hatin lidarxistin. Çalakî piştî biryarên kêmkirinên aborî) ku li ser daxwaze IMF pêk hat û xwest ku piştgiriya sotemeniyê were rakirin.