Girava ajokarên Îranê di roja 5'an de didome

Girava ajokarên Îraqnê ya derbarê kêmbûna buhayê kirya wan ket roja 5'an de, di encamê de li benzînxaneyên Tehran û bajarên din jî alozî pêk hatiye.

Girava ajokarên Îranê di roja 5'an de didome
27 gulan, 2018   10:07

NAVENDAN NÛÇEYAN

Ajokarên kemyonan li Îranê girava ji ber kêmbûna nirxê karê wan ku dabûn desptêkirin, didomîn in. Girava ajokaran ket roja 5'an û ajokarên otobîsan jî tevlî giravê bûn. Di dema giravê de dikandaran jî li gelek sûkan dikanên xwe girtin. Ev çalakî ji ber rewşa jiyanî ya dijwar pêk hatiye.

Ji ber girava ajokarên kemyonan aloziya sotemenî jî pêk hatiye. Li Tehran û gelek bajarên din ên Îranê ev alozî dijwar bûye. Ji ber ajokaran qebûl ne kirin ku benzînê bibin kazxaneyan.

Hêzên Ewlekariyê hewl dan ku zorê li ajokaran bikin ku dawî li çalakiya xwe ku ji roja sêşemê ve didome, bîn in.

(dc)