Rêjîma Sûriyê dê serokatiya kongireya nevnetewî ya rakirina çekan bike

Rêjîma Sûriyê ji bo kongireya navnetewî ya rakirina çekan bi rêvebe bibe hate erkdarkirin. Kongire wê roja duşemê destpê bike û tê payîn ku 4 heftiyan berdewam bike.

Rêjîma Sûriyê dê serokatiya kongireya nevnetewî ya rakirina çekan bike
27 gulan, 2018   09:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Di kongireyê de wê 65 dewletên navdewelatî amade bibin. Ji wan dê 5 dewletên endamên dayîmî di Meclîsa Ewlehiyê de amade bibin. Hatiye payîn wê kongire heta 24`ê hizêranê dewam bike. 

Kongireya Navnetewî ya rakirina çekan li ser rakirina çekab rêxistineke Antirnasyolane kar dike. Wekî çekên nuklerî û çavdêriya çekan li cîhanê dikin.

Li gorî nûnerê Rêjîma Sûriyê li birûya netewên yekbûyî li Cinêv  Husam EL-Dîn ku ev kongire ji bo çareserkirina pirsgirêkên rakirina çekên navdewletî dê were lidar xistin.

Amarîka di rojên bûrî de  gelek caran bi Rûsiya re axivîn da ku zextê li Sûriyî bike ji bo dev ji serokatiya Kongireyê berde.

 (cu)

ANHA