Cotkarên Tebqayê dê zeviyên havînê yên zirar dîtine berhev bikin

Di demên dawî de barana bi dijwarî beriya. Di encamê de gelek ziyan di zeviyên cotkaran de pêkhat. Di vê demê de cotkaran dest bi berhevkirina zeviyên demsala havînê yên zirar dîtine, kirin.     

Cotkarên Tebqayê dê zeviyên havînê yên zirar dîtine berhev bikin
27 gulan, 2018   08:35

ESMEHAN UMER/TEBQA

Di dawî de gelek baranên paş wext bariya. Di encamê de gelek ziyan di zeviyên bexçeyên havînê yên wekî zebeş , bacan û xiyar an de pêk hat. Lê tevî wê jî cotkarên herêma Tebqayê dest bi berhevkirinê kirin. Lê berhemên zeviyan îsal ji ber rewşa hewayê pir kêm e.

Li gundê Sayikul a li bakurê Tebqayê gelek baran û zîpik bariya, di encamê de ziyan di zeviyn welatiyan de çêbû.

Cotkarê bi navê Ibrahîm Mustefa EL-Muhemed ê  gundê Saykul  da zanîn ku gelek ziyan di zeviyên me de pêk hat û wiha dom kir: "Me zeviyên xwe simad kirin. Lê careke din jî me tu encam pêk nanî. Heger baran zêde ne bariya, dê niha berhemên zeviyên me li bazarê hatiba firotin." 

Welatiyên gundê Saykul zeviyên xwe bi ava bîrên irtîwazî av didin

 (cu)

ANHA