Li Afganîstan êrîşa xwekujî: 2 leşker mirin

Di êrîşa xwekujî ya li parêzgeha Helmandê hate lidarxistin de, 2 leşker hatin kuştin.

Li Afganîstan êrîşa xwekujî: 2 leşker mirin
27 gulan, 2018   07:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Afganîstanê de derketin pêş, li dijî yekîneya leşkerî ya li navçeya Nad Alî ya li parêzgeha Helmand a dikeve başûrê welat êrîşekî întixarî pêk hatiye.

Hat ragihandin ku di êrîşê de 2 leşker mirine, 4 leşker jî birîndar bûne. Têkildarî bê ka êrîş ji aliyê kîjan komê ve hatiye kirin, ti agahî nehatin parvekirin.