Li herêma Cizîrê sîstema ekolojî tê pêşxistin

Rêveberiya Perezgehan a herêma Cizîrê bi armanca pêşxistina sîstema ekolojîk xebatên firehkirin û zêdekirina perezgehên xwezayî pêk tîne.

Li herêma Cizîrê sîstema ekolojî tê pêşxistin
Li herêma Cizîrê sîstema ekolojî tê pêşxistin
Li herêma Cizîrê sîstema ekolojî tê pêşxistin
27 gulan, 2018   08:38

RÊNAS REMO-KADAR IBREHÎM/QAMIŞLO

Rêveberiya Perzgehan a herêma Cizîrê di sala 2014'an de Heyaka ya herêma Dêrikê wekî perezgeheke xwezayî ragîhand. Li gorî hevpyemana civakî  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di sala 2014'an de li Bakurê Sûriyê hate ragîhandin, parastina hewîrdor û ekoljiya hêmanên sereke ne.

Di vê derbarê de Rêveberiya Perzegehan a girêdayî Mudîriyeta Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê di destpêka meha Adarê de dest bi ji nû ve amadekirina Bendava Meşûqê ya herêma Tirbespiyê kir.  ev perezgeh piştî ya Bendava Mizgeftê bû ya duyemîn li herêma Tirbespiyê. Beriya wê Bendava Mizgeftê wekî perezgeha xwezayî hatibû destpêkirin.

Rêveberiya Perezgehan di sala 2015'an de Bendava Mizgeftê ya li rojhilatê Tirbespiyê wekî perezgeha xwezayî ragîhandibûn, 7 hezar darên cûr becûr di perzgehê de çandin.

Rêveberiya Perezgehan her wiha ji bo aktîfkirina Bendava Meşûqa ya li ser Çemê Cerah ku ji Bakurê Kurditsanê derbasî Rojava dibe jî kar û xebat da meşandin. Li derdora bendavê derdora 7 hezar darên cûda çandin.

Endamê Rêveber ê beşê Parastina Perezgehan a girêdayî Mudîriyeta Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê Luqman Bedir derbarê mijarê got ku ew kar dikin da ku herdû perezgehên xwezayî bikin cihê turizmê û di demên seyranan de serdana wan bikin û wiha dom kir: "Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku parastina herêmên xwezayî yên li herêmên Cizîrê bikin. Bi taybet piştî pirojeya me ya perezgeha Mizgeftê ya xwezayî biser ket."

Pirojeyên pêşerojê

Luqman Bedir her wiha da zanîn ku di pêşerojê de ew ê hewl bidin parstina ava herêmê, xakê û lawirên xwezayî bikin û wiha dom kir: "Di heman demê de emê daran biparêzin û bi tyabet darên berhemdar."

Bedir di dawiya axaftina xwe de jî got ku pirojeyên wan ên pêşerojê hene ku gundê Kîl Hesnak jî wekî perezgeha xwezayî ragihîn in û wiha dom kir: "Gefên dewleta Tirk li ser herêmên sînor pirojeyên me yên heyî asteng dikin. Ew herêm di pirojeyên me yên sala sala pêş de ye."

(dc)

ANHA