Îsraîl baraehên Filistîniyan topbaran kir: 2 kuştî, 3 birîndar

Artêşa Îsraîlê bargeheke Tevgera Cîhad El-Islamî ya Filistînê topbaran kir. di encamê de 2 kes hatin kuştin sê kes jî birîndar bûn.

Îsraîl baraehên Filistîniyan topbaran kir: 2 kuştî, 3 birîndar
27 gulan, 2018   07:52

XEZA

Artêşa Îsraîlê bargeheke Tevgera Cîhad El-Islamî ya Filistînê ya rojhilatê Xan Yûnsi topbaran kir. Di encamê de sê kes birîndar bûn Nûçegîhanê me yê li Xezayê destnîşan kir ku Artêşa Îsraîlê yên li beranberî parêzgeha Xan Yûnis a li başûrê herêma Xezayê tevgera endamên Tevgera Cîhad El-Islamî ya li rojhilatê parêzgehê şopandin. Paşê topbaran kir.

Di encama topbaranê de 2 endamên Tevgera Islamî hatin kuştin û sê birîndar bûn. Birîneyên yekî ji wan giran e.

(dc)