Serpêhatiya Dayîka 65 salî Ewaş ewqas bi êş e!

Ji ber kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê Dapîra bi navê Ewaş (65) wekî dehezaran şêniyên Efrînê ji warê xwe hate derxistin. Dayîk Ewaş a nexweş li ser rê xwîşka xwe winda kir û bi tena xwe li herêma Şehba jiyan dike. Dayîk Ewaş tirajîdya êş û zehmetiyê jiyan kir. Herî dawî Kongra Star alîkariya dayîk Ewaş kir û konek jêre peyda kir.

Serpêhatiya Dayîka 65 salî Ewaş ewqas bi êş e!
27 gulan, 2018   07:39

ŞERVÎN MISTEFA – TOLÎN HESEN/EFRÎN

Yek ji trajediyên malbatên Efrînê ku neçarî koçberkirinê hatine kirin û nexwestin serê xwe ji artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê re bitewînin, berê xwe dan herêma Şehba û bi hêviya rizgarkirina herêma Efrînê ne.

18'ê Adara 2018'an li ba welatiyên Efrînê rojeke tarî ye. Her malbateke Efrînê trajediyekê jiyan dike û di berxwedana li hemberî dagirkeran de bi israr in. Di wê rojê de gelek welatiyê Efrînê xizmên xwe li ser riya koçberiyê winda kirin.

Dapîra bi navê Ewaş Mistefa ya 65 salî ji gundê Umera ya navçeya Mabeta ya Efrînê ye û li rex xwîşka xwe Sureya Mistefa û kurê xwe jiyan dikir, dema ji Efrînê derket li ser riya Şehbayê hevûdu winda dikin.

Ji wê demê ve dapîr Ewaş li gundên herêma Şehba digere û alîkariya xwe ji malbatên Efrînê werdigre. Ewaş du rojan temam li ser rê li benda xwîşka xwe dimîne, lê dîsa jî rastî wê nehat.

Li ser riya dapîr Ewaş dikeve û piyê wê dişke û ji ber temenê wê yê mezin hêjî çênebûye û rewşa wê her çû xirabtir bû. Piştre malbateke Efrînê ew radikin nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê.

Ewaş 10 rojan di nexweşxaneyê de hate dermankirin û Kongra Star jî alîkara dayîk Ewaş kir.

Kongra Star alîkariya xwe bi dapîr Ewaş re pêşkêş kir û di kampa Berxwedan de bi cih kir, hemû pêdiviyên wê jêre peyda kirin. Kongra Star her wiha endameke xwe ji bo xwedîderketina li wê û alîkariya bi wê re erkdar kir.

Endama rêveberiya Kongra Star a kampa Berxwedan Emîne Silêman diyar kir ku armanca wan a sereke parastina jinan e.

ANHA