Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên kêm, karekî mezin kir

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ku di îlona sala derbasbûyî de hate avakirin ji bo xizmeta welatiyan gelek gavên girîng pêk anîn. Meclîsê ji bo pêkanîna xebatan komîteyên girêdayî xwe ji bo rêveberiya bajarok û gundên bi destê QSD'ê ve hatin rizgarkirin, saz kirin.

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên kêm, karekî mezin kir
Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên kêm, karekî mezin kir
Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên kêm, karekî mezin kir
Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên kêm, karekî mezin kir
Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên kêm, karekî mezin kir
Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên kêm, karekî mezin kir
Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên kêm, karekî mezin kir
27 gulan, 2018   06:27

HEMED EL-MUSTEFA / DÊRAZOR

Piştî QSD'ê gundewarên rojhilat û rojava yên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir û ewlekarî li herêmê pêk hat, welatî vegeriyan warê xwe û jiyana xwe ya asayî pêk anîn, Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hejmarek meclîs, komîte û saziyên ji bo xizmeta gel saz kirin. Xebatên di hemû aliyê jiyanê de pêk hat û gavên mezin hatin avêtin.

Komîteya Perwedeyê

Komîteya Perwedeyê piştî rizgarkirinê hemen dest bi vekirina dibistanan kir û xebatên vegera xwendekaran a dibistanê dan meşandin. Di encama xebata wan de zarokên ku 7 salan ji dibistanê dûr ketibûn careke din li dibistanên xwe vegeriyan. Komîteyê 322 dibistan li gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê vekir. Di wan dibistanan de 114 hezar xwendekar ji aliyê 3 hezar û 869 mamosteyan ve hatin perwedekirin.

Komîteyê dibistanên hatine ruxandin jî temîr kirin. I herêma Cezra û Ebû Xeşeb 4 dibistanên gelek ziyan dîtibûn, temîr kirin. Niha jî komîte ji bo amadekariya mamsteyan jî kar û xebatan dide meşandin û peymangeh vekirine.

Tenduristî

Komîteya Tenduristiyê Nexweşxaneya herêma Kesra amade kir. Welatî bê pere di nexweşxaneyê de têne dermankirin. Başek taybet bi jinên zaroka tîn in hate vekirin.

Heyva Sor a Kurd li Dêrazorê karekî mezin di alîkariya welatiyan de pêk tîne. Dermankirina destpêkê ji koçberan û welatiyên herêmê re pêşkêş dike. Bi taybet li kampa Ebû Xeşeb a koçberan. Bi derfetên xwe yên kêm jî alîkariya welatiyan dike û pêdiviyên wan ên dermankirinê pêş dike.

Şaredarî û xizmetguzarî

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê di aliyê xebatên xizmetguzariyê de jî gavên mezin avêtin. Komîteyên taybet bi karê şaredariyan û xizmetguzarî ava kirin. Komîte ji bo zixmeta welatiyan û pêkanîna pêdiviyên wan kar dide meşandin.

Meclîsa Dêrazorê ya Sivîl li gundewarên Dêrazor 7 şaredarî vekirin. Ew şaredarî bê navber kar û xebatên xizmetguzariyê didin meşandin.

Firin

Komîteya Firneyan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê jî li gundewarên Dêrazorê 20 firin aktîf kirine. Hêza wan fireneyan rojane 80 ton ard e.

Xebatên ava vexwarinê

Mudîriyeta Giştî ya Avê jî hate aktîfkirin û xebatên temîrkirina stasyonên avê da meşandin. Mudîriyetê 32 stasyonên avê li rojava û rojhilatê Dêrazorê temîr kirin. Ew jî stasyonên Cezra, Mîlac, Ebû Xeşeb, Cerwan, El-Kiber, Hemar El-Elî, Sexîr El-Cezîre, Mihêmîd, Hewîc, Sefîra û El-Qeqra. Ev stasyon ava vexwarinê ji hemû welatiyên herêmê re peyda dike.

Çandinî

Komîteya Çandiniyê jî bi alîkariya Meclîsa gundê Mihêmîd kopertîfên çandiniyê aktîf kirin, her wiha navenda genim a Ebû Xeşeb aktîf kirin. Kîs û pêwistîiyên cotkaran bi buhayên kêm peyda kirin. Komîteyê her wiha Yekîneyên şêwirî aktîf kirin.

Komîteyên Çandiniyê yên li Dêrazorê navendên avdanê temîr kirin. 12 navendên li xetên rojhiat û rojavayê Dêrazorê amade kirin.

Hevserokê Meclsa Sivîla Dêrazorê Xesan El-Yûsif diyar kir wan bang li rêxistinên mirovî kirine ku piştgiriya meclîsa wan bikin da ku xebatên xwe yên xizmetguzarî hîn zêdetir bikin.

(dc)

ANHA