Meclîsên herêmî yên Reqayê binpêkirinên Tirkiyê şermezar kirin

Meclîsên gundewarên Reqayê daxuyanî dan û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Efrînê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku sînorekî ji zêdegaviyên Tirkiyê re deynin.

Meclîsên herêmî yên Reqayê binpêkirinên Tirkiyê şermezar kirin
26 gulan, 2018   15:59

REQA

Bi dehan endamên meclîsên herêmî yên gundewarên bakurê rojavayê bajarê Reqayê, li gundê Hikûmiyê li pêşiya peymangeha Ciwanan a Zanistinên Perwerdehî kom bûn û daxuyanî ji bo raya giştî dan. Daxuyanî bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê hate dayîn û ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a herêma Bîr Heşm Îsa El-Xabûr ve hate xwendin.

Îsa Xabûr daxuya kirin ku li Sûriyê qetilkirin û koçberkirin berdewam e û got," Ya ku hişt Sûriyê bighêje vê asta terorîst Ebû Bekir El-Bexdadî û kujer Erdogan in. Erdogan û El-Bexdadî bi sûc û terora xwe Sûriyê wêran kirin, nexasim li Reqa, û Bakurê Sûriyê (Kobanê, Efrîn)."

Îsa Xabûr anî ziman ku Efrîn beşek ji axa Sûriyê ye, bi saya QSD, YPJ û YPG‘ê dê demeke nêzîk de ji terorîstan wê were paqijkkirin û wiha domand, "Sucdarê serdemê ‘Erdogan‘ di şerê xwe yê li Efrînê û Idlibê heman xeta El-Esed li Xûtayê û El-Bexdadî li Reqayê meşand. Dîroka wê

Hevserokê Meclîsa Gel a Bîr Heşim Îsa Xabûr di dawiya daxuyaniyê de wiha got, "Wekî meclîsên herêmî yên gundewarên bakurê rojavayê Reqayê ji bo qewitandina terorîstan ji welatê xwe û ji her gaveke ku Erdoganê kujer dagirkeriyê derxînin. Em bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê, rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanên dagirkeran ên di erdê me de bi sînor bikin. Xaka me bi xwîna şehîdên me ji terora DAIŞ hatine rizgarkirin. Em li ser rêgezên jiyana heveş û biratiya gelan jiyana xwe berdewam bikin."

(bb)

ANHA