Li Girtîgeha Dihokê şer

Li Girtîgeha Dihokê şer di navbera girtiyên Kurd û Ereb de derket, di şer de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes ji birîndar bûn.

Li Girtîgeha Dihokê şer
26 gulan, 2018   16:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Girtîgeha Çaksazî ya Mezin a Dihokê di navbera girtiyên Kurd û Ereb de şer derket. Di dema şer de agir girt girtîgehê. Li gorî çavkaniyan beşek ji girtîgehê şewitî. Şer ji aliyê polîsan ve hate kontrol kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine girtin, herî kêm 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 10 kesan  jî birîndar bûn.

Hate ragihadin ku girtiyekî Ereb agir berdaya ye bedena xwe.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê û birîna hinekan girane.

Hîn nayê zanîn ji ber çi şer derketiye. Herwiha hêzên ewlehiyê rê nedan nûçegihan bikevin girtîgehê.

Têkildarî bûyerê hîn ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.