Welatiyên Efrînê: Em bi ala YPG û YPJ‘ê vegerin warê xwe

Şêniyên Efrînê diyar kirin ku berxwedana wan a li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berdewam e û gotin ku ew ê bi ala YPJ û YPG‘ê vegerin warê xwe.

Welatiyên Efrînê: Em bi ala YPG û YPJ‘ê vegerin warê xwe
26 gulan, 2018   14:55

HENAN MIHEMED – BASIL REŞÎD / ŞEHBA

Nerazîbûna gel a li hemberî hovîtiya dewleta Tirk didome.

Gelê Efrînê û yên Şehbayê yên li Şehbayê îro li qadan bûn û nerazîbûnên xwe nîşanî dagirkeriyê dan. Welatiyên Efrînê yên beşdarî çalakiya "Roja Cîhanî ya li djiî Dagirkeriya Tirkiyê" bibûn, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Welatiyê bi navê Ferîd Hemo kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê şeremzar kir û got, "Heger ku bi yek zarokekî Kurd be jî em dev ji Efrîn bernadin. Axa me bi xwîna zar û zêcên me hatiye avdan, em ê bi îradeya xwe rêjîma dagirkeran hilweşînin û em ê bi ser bikevin. Ne Tirkiyê û ne jî Rusya dikarin Efrînê ji dilê me derxînin."

Hemo anî ziman "

Şêx Izedîn Zalo jî ji aliyê xwe ve da zanîn ku şêniyên Efrînê di bin ala YPG û YPJ‘ê, hêzên ku Efrînê diparêzin vegerin warê xwe û wiha dom kir, "Em ê çawa di bin ala Osmaniyan bijîn. Mane ew in ên ku gelê me kuştin, wêrankirin û talalnkirin."

Welatiya bi navê Wehîda Hesen jî dagirkeriya Tirkiyê bi tundî şermezar kir û ev tişt anî ziman, "Em li vir in , Kurd û Ereb kom bûne da ku vê rojê wekî Roja Cîhanî ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê ragihînin."

Wehîda her wiha destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ya dagirkeriya Efrînê demografiya herêmê biguhere û çand û dîroka wê asîmîle bike.

Dayika Şehîd Selam, Fîdan Fayiq nêrîna xwe wiha parve kir, "Berxwedana Gelê Efrînên û şervanên YPJ û YPG‘ê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê berdewam e. Em ê ala şervanên xwe hildin û vegerîn Efrînê.

Daiyaka Fîdan, banga li welatiyên li Efrînê kir ku guhê xwe nedin îdîayên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û yên bi navê ENKS‘ê tevdigerin û got, "Guhê xwe nedin wan, neçin Efrînê, heya bi ewle bibe. Li hemberî hovîtiya dijim divê em serî rakin û berxwedanê bidomînin."

(bb)

ANHA