Şêniyên Kobanê ji bo hêviyên xwe serî li mezaran didin

Şêniyên kantona Kobanê berê xwe didin cihên pîroz û li wir hêvî dikin ku merad û xwestekên wan pêk werin.

Şêniyên Kobanê ji bo hêviyên xwe serî li mezaran didin
25 gulan, 2018   07:20

ZANA SÎDÎ/KOBANÊ

Li kantona Kobanê bi dehan cihên pîroz hene. Şêniyên herêmê berê xwe didin wan cihan û dua dikin ku ku hevî û meradên wan pêk werin. Cihên pîroz ên behsa mijarê gorên şêxan in.

Cihên herî pîroz li Kobanê:

Cihên pîroz ên Xan Mamed: Dikeve başûrê bajarê Kobanê, ji sê cihên pîroz pêk tê her yek ji wan li ser girekî bilind e. Malbat roja Pênşemê diçin serdana wî cihî.  

Her wiha li gundên Xerab Rast gelek cihên pîroz hene. Gora şêx Xidir li gundê Hemamik, li bajaroka Şêran a nêzî Kobanê gora şêx Mihemed El-Sirûcî heye. Her roja çarşemê şêniyên herêmê diçin serdana gorê.

Rola civanî ya cihên pîroz

Rola tendirûstî û civakî di jiyana bajaroka Şîran û gundên derdora wê de heye. Kesên ku diçin serdana wan cihên pîroz dibêjin ku ew di rewşên tendirûstî ne baş derbas bûn

Kesên ku dixwazin hêviyên wan di pêşerojê de pêk werin berê xwe didin wan cihên pîroz û paçekî bi rengê kesk li ser gora şêx girê didin û ji xwediyê gorê dixwazin ku hêviyên wan pêk werîne.

Çîrokên cihên pîroz…

Gelek çîrokên kevin li ser cihên pîroz hene.  Yek ji wan dibêje ku şêx Sirûcî şerê di demên berê de şerê dagirkeran dikir. Çekên wî bidawî nedibû. Şêx Sirûcî di berxwedaniya bi hêzên dagirker (Ferensa û Birîtaniya) re şehîd bû.

Ji aliyekî din ve jî gelek çîrok hene ku dibêjin şêx Mihemed li hembedr dagirkeran sekinî û bi keviran bersiva êrîşên wan da û di encama wê de şehîd bû.

Hêjaye bi bîr xistinê ku çeteyên DAIŞ`ê beriya 3`ê salan di êrîşên li ser kantona Kobanê de êrîşî cihên pîroz kirin û teqandin.

(bx)

ANHA