KPC dê hilberîna genim ji cotkaran bikire

Kompaniya Pêşxistina Çandiniya Civakî (KPC) a Rojava û Bakurê Sûriyeyê vekirina navendên xwe li Bakurê Sûriyeyê ji bo kirîna hilberîna cotkaran di belavokekê de ragihand.

KPC dê hilberîna genim ji cotkaran bikire
25 gulan, 2018   06:13

QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna demsala çinîna hilberîna genim li seranserî Rojava û Bakurê Sûriyeyê Şîrketên Pêşxistina Civaka Çandiniyê (KPC) di belavokekê de ragihand ku ji bo kirîna hilberîna genim bi herdu cûreyên wê yên hişk û nerm dê hemû navendên xwe yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê vebike.

Di belavokê de wiha hate gotin:

Şîrketên Pêşxistina Civaka Çandiniyê (KPC) yên girêdayî Desteya Aborî ya rêveberiyên xweseriya demokratîk ên li seranserî Eyaletên herêmên Cizîr û Kobanê, Reqa û gundewarê wê, Minbic û gundewarê wê ji bokirîna genim ji cotkaran bi herdu cûreyên wê yên hişk û nerm  dê hemû navendên xwe vebike.

Li herêma Cizîrê 9 navend dê bêne vekirin. Ji van navendan çar dê genimê dugme û mişûl bikirin û ew jî ev in: Navenda Dêrikê û Milla Sibat a Qamişlo, Xiwêran a Hesekê, El-Sefih a Serêkaniyê û 5 navendên din jî dê tenê genimê dugme bikirin û ew jî ev in: Tirbespiyê, embarên Kebka, embarên Dirbêsiyê, Birûc,Girziyaret û Dêrik.

Li herêma Kobanê jî sê navend hatine vekirin û ew jî ev in: Navenda Kobanê, navendas Rovî û navenda El-Çelebiyê ya Eyn Îsa û navenda Girê Spî. Li Reqa û gundewarê wê jî sê navend hatine vekirin ew jî ev in: navenda Bedir, El-Selhebiyê û Kebiş. Li Minbicê jî navendek hatiye vekirin. Niha jî li gorî destûrên çandiniyê yên komîteyên çandiniyê, evan navend çiwalan bi 650 lîreyên Sûriyeyê belav dike.

Wergirtina genim dê di çiwalên nû de bin û genimê di çiwalên kevin nayên qebûlkirin. Her wiha genimê demsala borî jî li navendên dugme nayê wergirtin.

Ji bo bi hêsanî genim ji cotkaran were wergirtin tedbîrên hatine wergirtin. Ango cotkar kopîyeke nasnameya xwe û nivîsekê ji komîna xwe tîne û tenê piştî 15 rojan ji dîroka anîna genim nirxa miqdara genim li navend,n KPC yên li Eyaletan werdigire. Buhaya nirxên cûreyên genim ên hişk û nerm a demsala 2018'an wiha hate diyarkirin:

Rêje
Buhaya tonekê bi lîreyên Sûriyeyê
Yekemîn (0 – 4)%
175000
Duyemîn (0 – 7)%
173250
Sêyemîn (0 – 10)%
171500
Çaremîn (0 – 7)% û (7 – 20)%
1.25% ji buhaya wê ji bo rêjeya sêyemîn tê daxistin û li hemberî wê 1% (ji bo her daketineke 1% ya giraniya cûreyê) tê zêdekirin
ANHA