Şaredariya Şêxmeqsûd xebatên xwe berdewam dike

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ku beriya du hefteyan projeya sererastkirina riyên sereke dest pê kiriye xebatên xwe berdewam dike.

Şaredariya Şêxmeqsûd xebatên xwe berdewam dike
Şaredariya Şêxmeqsûd xebatên xwe berdewam dike
Şaredariya Şêxmeqsûd xebatên xwe berdewam dike
18 gulan, 2018   07:57

ARAS YÛSİF – ZOZANA DEDO / HELEB

Bi armaca pêşxistina rewşa xizmetguzarî li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, Şaredariya Gel a taxê ji beriya du hefteyan ve dest bi gelek projeyên xizmetguzariyê kiriye. Şaredariyê ji wê demê ve riyên sereke yên taxê sererast dike. Şaredariyê ji bo van projeyên xwe di demeke kurt de bi dawî bike asta xebatên xwe gelekî bilind kir.

Şaredariyê her wiha toreya ava vexwarinê ya taxê ku ji ber topbarana komên çete li dijî taxê têkçûbû, sererast dike û li aliyekî din bermahiyên hilweşandî ber bi derveyî taxê ve vediguhêze.

Hevseroka Şaredariya Gel Velantîna Ebdo girêdayî mijarê destnîşan kir ku ew nikarin madeya qîr peyda bikin ji ber vê yekê ew çemento weke tecrûbe bikar tînin û eger ev tecrûbe bi ser ket dê giştî riyên taxê sererast bikin. Velantîna Ebdo destnîşan kir ku Şaredariya Gel her wiha ji bo parastina welatiyên taxê ji nexweşiyan dermanên baçikan li taxê dike.

(jh)

ANHA