QSD'ê fermandaran amade dike

Akademiya leşkerî ya Şehîd Lorens a QSD'ê dewreya 7'an a fermandaran ku bi tevlîbûna 70 fermandarî hatibû destpêkirin, bi dawî kir.

QSD'ê fermandaran amade dike
QSD'ê fermandaran amade dike
QSD'ê fermandaran amade dike
18 gulan, 2018   07:47

GIRÊ SPÎ

Akademiya Şehîd Lorens a navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî dewreya 7'an a fermandarên QSD'ê ku bi navê dewreya Şehîd Rêbaz da bû destpêkirin, bi merasîmekê bi dawî kir.

Merasîm bi beşdarbûna dehan Fermndar û şervanên QSD'ê YPJ û Berdevkê Meclisa Leşgerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi rêzgirtina leşkerî destpê kir. Paşê bi navê Fermandariya QSD'ê Şervan Derwîş axavî û got ku divê piştî dewreyê em wekî rola xwe û erka xwe di nava qadên tekoşînê de pêk bîn in û wiha dom kir: "Divê em li dijî dijbertiya dewleta Tirk tekoşînê mezin bikin û welatê xwe ji dagirkeran paqij bikin."

Piştî axaftinê fermandarên tevlî dewreyê bibûn soza leşkerî dan. Di dawiya mersîmê de xelekên govendê gerandin.

Endamên dewreyê Şervan Xebat derbarê dewreyê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew bi tevlîbûna dewreyê serbilind in û ew ê heta dawî ji bo pêşxistina hêza xwe tekoşîn bikin.ew amadene ku biçin qadên şer yike.yem

Şehîd Rêbaz di berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bû.

(hh/dc)

ANHA