Siyasetmedarê Kurd Adil Mûrad çû ser dilovaniya xwe

Endamê Komîteya Navendî ya YNK`ê Adil Mûrad li nexweşxaneya Elmanya di 69 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe

Siyasetmedarê Kurd Adil Mûrad çû ser dilovaniya xwe
18 gulan, 2018   09:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Navendî ya YNK`ê Adil Mûrad ku yek ji damezrênerên YNK`ê ye, îro saet 10:15`ê de li nexweşxaneya Elmanya ku dihat dermankirin, di 69 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe .

Adil Mûrad di 11`ê Kanûna 1949`an de li navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala jidayik bû û beşa Kîmya li Zanîngeha Bexda temam kir. Ji temenê 16 salî ve dest bi siyasetê kiriye û di sala 1975`ê de yek ji damêzrênerên YNK`ê ye.