Sûka duyemîn di Kampa Berxwedanê de hate vekirin

Di kampêa Berxwedan de sûka duyemîn hate vekirin û amadekarî tê kirin ku 2 lîtegeh werin vekirin.

Sûka duyemîn di Kampa Berxwedanê de hate vekirin
Sûka duyemîn di Kampa Berxwedanê de hate vekirin
Sûka duyemîn di Kampa Berxwedanê de hate vekirin
Sûka duyemîn di Kampa Berxwedanê de hate vekirin
Sûka duyemîn di Kampa Berxwedanê de hate vekirin
18 gulan, 2018   05:45

ELÎ GEDRO-CEFER CAFO/ŞEHBA

Ji ber qelebalixa di hindirê Kampa Berxwedan de û ji ber zêdebûna besteyan, Rêveberiya Komîteya Şaredariya Kampa Berxwedan û bi hevkariya Rêveberiya Kampê duyemîn suka gelerî di kampê de vekir. Di heman demê de Rêveberiya Kampê di nava hewldanan de ye ku lîstgehekê ji fotbolê û yekê ji bo Voleybolê vebikin. Armanca vekirina sûkê ew e ku besteyên di nava kampê de hatine vekirin, bêne rêxistnkirin û hemû beste li cihekî werin komkirin.

Şaredariyê bi hevakriya rêveberiya Kampê dest bi rastkirina cihê sûkê kir. Di van dikan de wê hemû cûreyên pêwîstiyên welatiyan werin firotin. Ji guh ve xwediyên besteyan dest pê kirin û tiştên xwe kirin besteyê de.

Ji aliyekî din ve jî amadekarî tê kirin ku lîstgehek ji bo fotbolê û yek ji bo Voleybolê vebike. Herdû lîstgeh dê li başûrê kampê werin vekirin.

Endama Şaredariya Kampa Berxwedan Ferîda Hemo derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Em li gorî derfetên xwe pêdiviyan pêk tîn in."

Şaredariya Kampê beriya niha li rojhilatê kampê sûkek gelerî  bi firehiya hezar û 500 metirî vekir. Di vê sûkê de 74 dikan hatine vekirin.

(dc)

ANHA