'Tecrîda li ser Ocalan şerê li dijî felsefeya demokratîk e'

Welatiyên bajarê Hesekê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerê li dijî felsefeya demokratîk  e û hewldanek e da ev felsefe li Rojhilata Navîn neyê belavkirin.

'Tecrîda li ser Ocalan şerê li dijî felsefeya demokratîk e'
18 gulan, 2018   05:16

ŞEVÎN HESEN – NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Di çarçoveya helwestên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destdirêjiyên dewleta Tirkiyeyê de, welatiyên bajarê Hesekê ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) ê re axivîn û tecrîda li ser Ocalan bi tundî şermezar kirin.

Girêdayî mijarê ciwanê bi navê Kawa Xalid got ku ev tecrîd ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e lê belê li ser hemû gelên herêmê ye, nemaze ji ber ku Rêber Ocalan banga azadiya hemû gelan dike. Xalid tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya civaka navnetewî li hemberî destdirêjiyên Tirkiyeyê bi tundî şermezar kir.

Welatiyê bi navê Ebdilrezaq Seyêd Elo got ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi hemû hêz û derfetên xwe şerê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan dike da ku sînordar bike û nehêlibe li Rojhilata Navîn were belavkirin û ji ber vê yekê tecrîda xwe li ser Rêber Ocalan giran dike û wiha anî ziman: "Dewleta Tirkiyeyê bi dagirkeriya xwe ya li ser Efrînê hewl dide vîna gelê Kurd bişkîne."

Elo di berdewama axaftina xwe de got ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nasnameya wan e û banga azadiya Ocalan û hemû gelên Rojhilata Navîn kir.

Welatiya bi navê Selma Qasim jî da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Ocalan ji ber fikra wî ya azad e, ji ber ku banga azadiya gelan û azadiya jinan û biratiya gelan dike û evan rêgez jî ne li gorî daxwaza dewleta faşist a Tirkiyeyê ne.

ANHA