Navenda TEV-DEM′ê li bajaroka Bender hat vekirin

TEV-DEM′ê navendeke xwe li bajaroka Bender a girêdayî navçeya Qenaya ya Kantona Kobanê vekir. 

Navenda TEV-DEM′ê li bajaroka Bender hat vekirin
14 gulan, 2018   15:33

KOBANÊ

Di merasîma vekirina navendê de, bi dehan şêniyên herêmê amade bûn. Destpêkê Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê ya Kantonê Eyşe Efendî axivî û vekirina navendê pîroz kir. 

Endamê PYD′ê Hikmet Zebra jî axivî û da zanîn ku armanca ji dagirkirina Efrînê, derbkirina projeya neteweya demokratk, biratiya gelan û guhertina demografya herêmê ye.  

Bi navê gelê Ereb ê navçeya Qenaya jî Xelîl Şêx Îsa axivî û da zanîn ku destkeftiyên îro bidestxistin bi saya xwîna şehîdan in.

Di dawiyê de dayîka şehîd Dilovan Tolhildan deriyê navendê vekir û beşdaran dirûşmeya ″Bijî Berxwedana Serdemê″ berz kirin. 

(mm)

ANHA