Şervanên YPG/YPJ′ê Fermandar Rûbar Qamişlo bi bîr anîn

Şervanên YPG/YPJ′ê Fermandarê YPG′ê Rûbar Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi bîr anîn.  

Şervanên YPG/YPJ′ê Fermandar Rûbar Qamişlo bi bîr anîn
14 gulan, 2018   15:21

QAMIŞLO

Îro salvegera şehadeta Fermandarê YPG′ê Nûrşîn Faris Iniz (Rûbar Qamişlo) ye. Şehîd Rûbar sala 2015′an di operasyona rizgarkirina Çiyayê Kizwanan a vekirina riya di navbera herêmên Cizîrê û Firatê de, şehîd bûye. 

Merasîma bîranînê bi beşdariya şervanên YPG/YPJ′ê û malbata şehîd Rûbar li goristana Şehîd Delîl Sarûxan hat lidarxistin. 

Goristan bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd Rûbar û alên YPG/YPJ′ê hat xemilandin. 

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Berdevkê Fermî yê YPG′ê Nûrî Mehmûd axivî û da zanîn ku şehîd Rûbar di ciwantiya xwe de ji bo azadiya gelê xwe têdikoşiya. Her wiha diyar kir ku şehîd Rûbar roleke girîng di şoreşa Rojava de lîst û gelek serkeftin bi dest xistine.

Mehmûd destnîşan kir ku bi hezaran şoreşgerên wekî Rûbar Qamişlo di xendeqên berxwedanê de ne û şopadarên riya cangoriyên azadiyê ne, da Sûriyeke azad û demokratîk were avakirin.

Dayîka şehîd Rûbar Kerîme Mihemed da zanîn ku bi şehadeta kurê xwe serbilind e û soza şopandina riya şehîdan da.

Di dawiyê de şervanan gora şehîd Rûbar Qamişlo bi kulîlkan xemilandin.

(mm)

ANHA