Li Til Hemîsê mihrîcana hespên esîl hat lidarxistin

Li navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo mihrîcana hespên esîl bi beşdariya 70 siwaran hat lidarxistin.

Li Til Hemîsê mihrîcana hespên esîl hat lidarxistin
14 gulan, 2018   14:59

QAMIŞLO

Yekîtiya Siwaran a navçeya Til Hemîsê mihrîcana hespêk esîl li Qada Şehîdan li dar xist. 

Di mihrîcanê de bi sedan şêniyên navçeyê, rûspiyên êlên herêmê, endamên Saziyên Civaka Sivîl, Komîteyên Ciwanan, Spor û Çandê yên Kantona Qamişlo amade bûn. 

Mirîcan bi helbestên li ser hespên esîl dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa navçeya Til Hemîsê Salih Xelef axivî, bixêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku mihrîcan bi sponseriya malbatên şehîdan, rêxistin Rojava û sûpiyên êlan hat lidarxistin. 

Hevserokê Komîteya Giştî ya Dîplomatîk a TEV-DEM′ê Henber Hesen axivî û da zanîn ku armanca ji vê mihrîcanê ew e ku çanda Erebî vejîn bibe. Hesen got ku ev mihrîcan her 6 mehan tê lidarxistin. 

Siwarê bi navê Raid Mihemed Elî li ser asta Kantona Qamişlo û tevahî Sûriyeyê bi ser ket. Raid spasiya aliyên ku mihrîcan li dar xistin û girîngî dan çanda Kurdî, kir. 

(mm)

ANHA