Xwendekarên Tebqayê xwe ji bo ezmûna dawiya salê amade dikin

Komîteya Perwedeyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê amadekariya destpêkirina ezmûnên sala xwendinê ya dawiya sale dikin. 50 hezar xwendekar wê derbasî ezmûnan bibin.

Xwendekarên Tebqayê xwe ji bo ezmûna dawiya salê amade dikin
14 gulan, 2018   12:52

UDEY EL-EHMED/TEBQA

Ezmûnên xwendekaran wê di bin çavdêriya hezar û 800 mamostean de wê pêk were. Zêdeyî 50 hezar xwendekarên ku di 176 dibistanên seretayî û 13 dibistanên navîn ên bajarê Tebqa û gundên wê yên rojhilat û bakurê Tebqayê dixwîn in wê têkevin ezmûnan bibin. 

Xebatên ezmûnan wê 9 rojan dewam bike, di wan de wê ezmûn ji 7 medeyên sereke re were lidarxistin.

Hevserokê Komîteya Perwedeyê Mihemed El-Nayîf derbarê mijarê de wiha got: "Dê ezmûnên refên ji yekê û heta çaran bi awayekî devkî werin kirin, wê mamoste li gorî wan şagirtan binirxîn in. Xwendekarên refên 5 û heta 8'an jî wê nivîskî werin lidarixsitn."

Xebatên perwedeyê yên li Tebqayê pêk tên piştî 7 salan ku zarokên herêmê ji mafê xwe yê perwedeyê bê par mabûn pêk hat. Çeteyên ku herêm dagirkirin, dibistanên herêmê veguherîn cihên bikaranîna zarokan û şandina wan ser mirinê. Çeteyan dibistan kiribûn cihê mirinê.

Ezmûnên devkê dê sibe destpê bike, wê sê rojan dewam bike. Xwendekarên revên navîn jî dê roja çarşemê destpê bike. Piştî ezmûn bi dawî bibin, dê qarename di 1'ê hizêranê de li xwendekaran were belavkirin.

 (dc)

ANHA