Artêşa Tirk dibistan kirine navenda êşkenceyê

Artêşa Tirk a dagirker dibistana Emîr Xubarî ya li navenda bajarê Efrînê kiriye navenda Istxbartên Tirkiyê û welatiyên direvînin li wir kom dikin û êşkence li wan dikin.

Artêşa Tirk dibistan kirine navenda êşkenceyê
Artêşa Tirk dibistan kirine navenda êşkenceyê
14 gulan, 2018   11:37

ARŞÎNNECAR/ EFRÎN

Çavkaniyên ji hindirê bajarê Efrînê diyar kirin ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirin û kiriyarên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê didomîn in. Mal û milkên welatiyan û cihên gitşî talan dikin.

Çavkaniyeke ji nava bajarê Efrînê diyar kir ku Artêşa Tirk û çeteyên wê dibistana Emîr Xubarî ya li nêzî meydana Azadî ya li navenda bajarê Efrînê kirine bargeha Istixbaratên Tirkiyê. Li wir welatiyên Efrînê yên direvîn in kom dikin. Êşkenceyê li wan dikin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku çete bi sedan welatiyên sivîl ên Efrînê direvînin û êşkenceyeyên hovane li dijî wan pêk tîn in.

(dc)

ANHA