Tirkiye lîsteya kuştinan a taybet bi wê li Idlibê diyar dike

Ajansa Sputnik a Rûsyayê got ku Tirkiyeyê lîsteya kuştinan a çeteyên li herêmên di bin dagirkeriya wê de ne yên li Sûriyeyê diyar kirin da ku hêzeke nû li herêmê bi fermandariya "Feyleq El-Şam" ava bike ku yek ji tabûrên sereke ye ku êrîşî Efrînê kirine.

Tirkiye lîsteya kuştinan a taybet bi wê li Idlibê diyar dike
14 gulan, 2018   11:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sputnik a Rûsyayê raporeke xwe di bin navê "istixbarata Tirkiyeyê lîsteyeke kuştinan a serçeteyan diyar kir." Her wiha destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê navekî nû li qonaxê dike da ku hesabên xwe li herêma Idlibê ya Sûriyeyê bi serçeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) re bi dawî bike.

Ajansa Sputnik ku xwe dispêre çavkaniyên çapemenî yên nêzî çeteyên li Idlibê diyar dike ku rêzeteqînan di van du rojên dawî de li Idlibê pêk tên û destên istixbarata Tirkiyeyê di van teqînan de hene ku lîsteyek kuştinan ji navên serçeteyên Cebhet El-Nusra pêk tên ku siyasetên Tirkiyeyê qebûl nakin.

Li gorî van jêderan asta şerê teqînan bilind bûye beriya ku hêzeke leşkerî ya nû were avakirin ku gelek tabûrên çeteyan dê beşdarî nava wê bibin û di serî de "Feyleq El-Şam" û çeteyên "Cêş Idlib El-Hur" û çeteyên "Cêş El-Nesir" û çeteyên "Cêş El-Izze" û çeteyên "Hêza Beravê ya yekemîn" ku tê payîn di dawiya vê hefteyê de were ragihandin.

Ajansa Sputnik destnîşan kir ku tevliheviya ewlehiyê li Idlibê rêbaza herî baş e da ku welatiyên Idlibê neçar bimînin ku bi hebûna hêzeke leşkerî ya nû razî bibin.

Her wiha li gorî hin raporan Tirkiye ji rewşa li Sûriyeyê sûd werdigire û bi taybet piştî dagirkirina wê ji Efrînê re da ku hêzeke leşkerî ya nû ava bike û şerê li dijî Cebhet El-Nusra hincet bigire. Ev jî ji ber gelek sedeman de yek ji wan aliyên Rûsya û Îranê bi razîkirin bide û derbasî danûstandinan bi artêşa Emerîka re bibe da ku alîkariyekê ji vê hêza nû re peyda bike weke ku ji Hêza 30 re û Hêza El-Hemzê re li gundewarê bakurê Helebê di van sê salên borî de peyda kir.

(jh)