Akademiya Ên Îsa dewreya 9'an bi dawî kir

Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Ên Îsa dewreya perwedeyê ya 9'an ku bi beşdariya endamên komîn û meclîsan  bi navê "Şehîd Polat Efrîn" daye destpêkirin.

Akademiya Ên Îsa dewreya 9'an bi dawî kir
Akademiya Ên Îsa dewreya 9'an bi dawî kir
Akademiya Ên Îsa dewreya 9'an bi dawî kir
14 gulan, 2018   11:57

GIRÊ SPÎ

Akdemiya Civaka Demokratîk a navçeya Ên Îsa ya kantona Girê SPî ya herêma Firatê dewreya perwedeyê ya 9'an bi beşdarbûna 25  endamên komîn û meclîsên gundwarên Dêrazor û Reqayê ku 20 roj berê hatibû destpêkirin, bi dawî kir. Di dewreyê de dersên li ser fedraliyê, Netewa Demokratîk, Çand û Exlaq, Meclîs û komîn hatin dayîn.

Ehmed El-Cedanê ku tevlî dewreyê bibûn destnîşan kir ku wan gelek sûd ji dewreyê wergirtin û ev tişt anî ziman: "Me di vê dereyê de rêgezên Netewa Demorkatîk û Fedraliyê nas kirin. Her wiha me ji rexne û rexnedayîn ku bi riya wê kesayet karibe şaştiyên xwe serererast bikin, nas kir.

Berpirsê dewreyê Xebat Efrîn jî axivî û ji beşdarên dewreyê daxwaz kir ku tiştê di dewreyê de wergirtine di jiyana xwe de piratîze bikin.

(dc)

ANHA