Stasyona Ceyranê ya Eyn Îsa ji nû ve ket xizmetê

Komîteya Ceyranê ya Navçeya Eyn Îsa stasyona ceyranê ku ceyranê li navçeyê û gundên wê belav dike, xebitand.

Stasyona Ceyranê ya Eyn Îsa ji nû ve ket xizmetê
Stasyona Ceyranê ya Eyn Îsa ji nû ve ket xizmetê
Stasyona Ceyranê ya Eyn Îsa ji nû ve ket xizmetê
Stasyona Ceyranê ya Eyn Îsa ji nû ve ket xizmetê
12 gulan, 2018   10:20

GIRÊ SPÎ

Piştî komîteyê xebatên sererastkirina stasyona ceyranê ya navçeya Eyn Îsa ku ji aliyê çeteyan ve hatibû xirakirin, bi dawî kir. Stasyon careke din hate xebitandin.

Piştî xebatên temîrkirinê ku çend mehan dewam kir, niha stasyon wekî tecrube tê xebitandin. Tê payîn ku di nava çend rojên din de stasyon bi awayekî fermî bikeve xizmetê. Ev stasyon ceyranê dide navçeya Ên Îsa û gundên wê.

Berpirsên xebatên temîrkirinê dane zanîn ku berê stasyon bi hêza 20 mêga wat dixebitî, lê niha dê bi hêza 10 mêga wat dê bixebite.

(dc)

ANHA