Bendava Tişrînê çawa kar dike?

Karker û rêveberên Bendava Tişrîn di dema dewleta Tirk bi asta avê dilîze, di nava hewldanan de ne ku ceyranê pêk bîn in.

Bendava Tişrînê çawa kar dike?
Bendava Tişrînê çawa kar dike?
Bendava Tişrînê çawa kar dike?
Bendava Tişrînê çawa kar dike?
Bendava Tişrînê çawa kar dike?
Bendava Tişrînê çawa kar dike?
Bendava Tişrînê çawa kar dike?
Bendava Tişrînê çawa kar dike?
12 gulan, 2018   10:11

ZANA SEYDÎ-CUMA MIHEMED/KOBANÊ

Ceyran ji berhemên herî girîng ku dikeve xizmeta mirovan de. Bendavên ku li ser çeman hatine çêkirin, di çêkirina ceyranê de têne bikaranîn.Gelek rêbazên din jî ji bo çêkirina ceyaranê hene, hin caran di riya stasyonên herarî û hin jî li ser bat ê çêkirin.

Karê bendavan ne tenê çêkirina ceyranê ye, lê belê armancên din jî ji çêkirina wan heye. Wekî depokirina avê û di xebatên avdanê de tê bikaranîn, her wiha ava vexwarinê û avdana zeviyan de tê bikara anînî.

Li herêmên Bakurê Sûriyê sê bendavên mezin hene. ji wan Bendava Tişrîn, Azadî (Huriye) û Firatê ne. hemû jî li ser çemê Firatê ne. ji ber rêbazên din ên çêkirina ceyarnê li herêmê nîn e, Rêveberiya herêmê neçar dimîne ku ceyranê bi riya wan bendavan çêbike. Ev bendav ceyranê dide 35 ji sedî ji xaka Sûriyê.

Rêveberiya Bendava Tişrîn û karkerên wê derbarê kar û xebatên di bendavê de ji bo çêkirina ceyarnê têne meşandin ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

'Tirkiyê karê bendavê asteng dike'

Çemê Firatê ji Tirkiyê tê, dewleta Tirk jî vê yekê di şerê xwe yê li dijî gelê Sûriyê de bikar tîna. Bi destpêkirina aloaziya Sûriya yê re dewleta Tirk wiha dike. Beriya aloziyê jî kêşeya avê di navbera dewleta Tirk û Sûriyê de hebû.

Dewleta Tirk bi zanebûn bi asta avê dilîze, ew navdewletîbûna ava Firatê qebûl nake, bi vê yekî jî hemû qanûn û peymanên navdewletî yên derbarê parvekirina avê binpê dike.

Li gorî itîfaqa di navbera Sûriyê û Tirkiyê ku di sala 1987'an de hate imzekirin, tê gotin ku divê Tirkiyê rêjeya salane ya asta avê bi qasî 500 M3 di saniyê de berde, lê di rewşa niha de rêje di saniyê de tu carî naghêje 300 M3  ev jî bandore li çêkirina ceyaranê dike.

Ne tenê wiha gelek caran dewleta Tirk bi carekê miqdarek zêde ya avê berde xaka Sûriyê, ev jî dibe sedema ku wêranî li herêmê pêk were. Di wê demê de asta avê pir zêde dibe. Rêveberiya Bendavê ji bo parstina asta avê kar bê navber xebatê didin meşandin.

Ceyran li hersê bendavan tê çêkirin

Bendava Tişrînê di 26'ê kanûna sala 2015'an de ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate rizgarkirin. Piştî bendava lku çeteyan beşeke min ji wê xira kiribûn hate rizgarkirin, ji nû ve hate amadekirin da ku bikev xizmeta welatiyan.

Bendava Tişrînê li pişt xwe  1,9 milyar M3 av li pişt xwe kom dike.Di bendavê de alavên pêşketî û avahiya mezin ku ji 18 qatan pêk tê heye. Di bendava sê bendavên li ser Çemê Firatê yên li Bakuêr Sûriyê 800 karker dixebitin, ji van 275 di benava Tişrînê de kar dikin. 6 pîkên wê yên çêkirina ceyranê hene.

Bendava Firatê mezintirîn bendava li Sûriyêye, li pişt xwe 14,6 milyon M3 kom dike, di vê bendavê de jî 8 pîkên çêkirina ceyranê hene.

Ji 6 pîkên ceyranê yên bendava Tişrînê niha 2 têne xebitandin, li Bendava Firatê jî ji 8 yek di xizmetê de ye û li bendava Azadî jî tenê yek pîk di xizmetê de ye.

Anerjiya li sê bendava tê çêkirin tê komkirin û li herêmên Bakuêr Sûriyê tê belavkirin. Ji ber rêjeya ceyranê kêm e, sîstema teqînê tê bikar anîn û saetên ceyranê li herêman kêm tê dayîn.

Karê di bendavan de zehmete, bi milyonan parçeyên cûda cûda tê de hene, bikaranîna wê jî pir hesase.

Di odeya kontorlê de beşên girîng hene. Berpirsê bendavê Celal Şêxo û hevalên wî rewşa Bendavê kontrol dikin, li pêşiya wan tabloyek mezin heye, bi wê bendavê kontrol dikin.

Celal dibêje ku hemû astengî û rewşa Bendavê li ser ekranên tabloya mezin a elkitronîk diyar dibe û da zanîn ku ew li wir biryarê didin ku çiqas miqdara ceyarnê ku divê di bendavê de were çêkirin. Karker di nava 24 saetan de bendavê di odeyê de dişopîn in.

Di vê odeyê de hemû tiştî diyar dibe. Wekî mînak xeta Mebrûka ya diçe Herêma Cizîrê, 230 kîlo volt tê dayîn, di heman demê de ji xeta Kobanê/Sirîn re jî bi qasî 66 kîlo volt tê dayîn û Minbicê jî wihaye.

Heger rêjeya avê di bendavê de kêm bû, ev yek yekser bandorê li xebata çêkirina ceyranê jî dike.

Yek ji berpirsên xebatên çêkirina ceyranê di bendavê de Umer Mihemed diyar kir ku  li gorî rêjeya avê ew ceyranê çêdikin û ev tişt anî ziman: "Dema av hebe, di nava 24 salatan de em dikarin ceyranê çêbikin, lê ev rêjeya avê ya pêwîst niha nîne."

(dc)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>