Di teqîna Reqayê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 birîndar bûne

Di teqîna ku vê sibê li navenda Reqayê de pêk hat de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û sê birîndar bûn.

Di teqîna Reqayê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 birîndar bûne
Di teqîna Reqayê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 birîndar bûne
Di teqîna Reqayê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 birîndar bûne
Di teqîna Reqayê de 2 sivîl şehîd bûn, 3 birîndar bûne
12 gulan, 2018   10:02

REQA

Nûçegîhanên ajansa me (ANHA) ji Reqayê dane zanîn ku vê sibê dema ekîpa Meclîsa Sivîl a Rqayê xebatên rakirina bermahiyan li kolana Til Ebyed a nêzî Çerxeriya Saa ya li nava bajarê Reqayê pêk tanîn erebeyek bombebarkirî ku ji bermahiyên DAIŞ'ê li herêmê mabû, teqiya.

Dema erebe teqiya Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê derdora cihê teqînê girtin, her wiha embulans çûn cihê teqînê.

Di encama teqînê de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û sê birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.

Endamê Rêveberê ê Ekîba girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê Yasir Yasîn derbarê bûyerê de got ku dema wan bi bandozerê bermahî ji herêmê radikirin, erebeyek ku  DAIŞ'ê berê amade kiribû, teqiya. Yasîn her wiha da zanîn kir ku di teqînê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û sê kes bi giranî birîndar bûne.

(dc)

ANHA