‘Em di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de pêşerojek ronî dibînin‘

Hemwelatiyên Dêrazorê diyar kirin ku ew di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de pêşerojek  ronî û hêviya çareseriyê dibînin.

‘Em di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de pêşerojek ronî dibînin‘
12 gulan, 2018   08:46

DIYAR EHMO – FÎRAS EL- TEYAWÎ / DÊRAZOR

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê duh ji bo danasîna partiyê û guhdarkirina nêrînên welatiyan bi şêniyên bajaroka Kesrat a girêdayî Dêrazorê re civiya. Şêniyan nêrînên xwe li ser partiyê ji ajansa me re anîn ziman.

Şêx Nûr El-Edes anî ziman ku ew wekî êlên bajarê Dêrazorê hêviya wan bi Partiya Sûriyê ya Pêşerojê mezin e û got, "Ji ber ku hemû pêkhate cihê xwe di nava vê partiyê de digire em bi partiyê bi hêvî ne. Em hêvî dikin ku partî karibe ji aloziyê re bibe bersiv û rewşa piştî xelasbûna ji zulm, wêrankirin û kuştinê pêş bixîne."

El-Edes her wiha da zanîn ku di qonaxa aloziya Sûriyê de, gelek partî hatin av bûn, her yek li pey berjewendiyên xwe diçû û gelê Sûriyê bi tenê hiştin ku bi mirinê re rû bi rû bimîne û ev tişt anî ziman, "Em di partiya Sûriyêya pêşerojê de, sûriyeke nû û pêşerojeke nû dibînin."

Nûriya El-Îsa jî got ku ew bi hêvî ne ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê girîngiyê bide ciwanan û da zanîn ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de rola ciwanan hatibû windakirin.

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Mihemed jî destnîşan kir ku dive Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bibe partiya pêşeroja gelê Sûriyê û got ew partiyê wekî partiya azadî, demokratîk ku ji bo berjewendiyên gel û welat dixebite dibîne.

Ebdulbaqî got," Wekî gelê Sûriyê pêwîstiya wan bi partiyên mîna ya Sûriyê ya Pêşerojê heye ku bi hemû enrciya xwe ji bo gel û welat bixebite."

(bb)

ANHA