Îro rojevên sereke yên rojnameyên erebî ev in!

Rûsiya û bi piştgiriya dewleta Tirk û Îranê guhertina demografî ya li Sûriyê didomîne, beravberî vê jê rê ji Tirkiyê tê dayîn ku di bin navê noqteyên çavdêriyê cihên din di xaka Sûriyayê de dagir bikin. Hilbijartinên Îraqê îro destpê dike, amadekariya vekirina sefaretxaneya DYA li Qudisê ku dê roja duşemê pêk were, tê kirin. Ev rojevên sereke yên îro ne.

Îro rojevên sereke yên rojnameyên  erebî ev in!
12 gulan, 2018   08:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî derbarê rewşa Sûriyê de bal kişandin ser rewşa Sûriyê û civîna Astana ku di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îranê tê kirin de nivîs û nirxnadin hatin kirin. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Astana-9 bi beşdarbûna rêjîmê, opozisyonê û Demustura destpê dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku roja duşmeê tureyek din ji civînên Astana li paytexta Kazaxistanê destpê dike û wiha dom kir: "Rêjîma Sûriyê û opozisyonê ragîhandin ku ew ê jî beşdarî civînê bibin. Di heman demê de dê De Mustura jî beşdarî civînê bibe.  Cîgirê Wezîrê Kardê Derve yê Rûsiya Mîxaîl Boxdanov tekez kir ku Astana-9 dê komek mijaran nîqaş bike. Ji wan dê hewldanên tunekirina DAIŞ û agirbesta di navbera aliyan û herêmên kêmkirina şer jî nîqaş bikin."

Guhertina demografî didome

Rojnameya El-Qudis El-Erbeî û El-Şeriq El-Ewset mijar guhertina demografî li Sûriyê girtin dest. Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê mijarê de sernavê: "Rêjîmên Sûriyê û Rûsiya tevlî têkçûyîna itîfaqê jî koçberkirina li gundewarên Humsê didomîne"  Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê: "Koma dawî ji başûrê Şamê hate koçberkirin" avêt.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di nivîsa xwe de diyar kir ku koma dawî ya çekdar a opozisyonê tevî malbatên xwe ji başûrê Şamê hatin derxistin û wiha dom kir: "Bi vê yekê jî xebatên rêjîmê ya derxistina komên çekdar ji Şamê û derdora wê bi dawî kir. Bi vê yekê ji bilî çetyên DAIŞ'ê tu komên din neman."

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî di nivîsa xwe de got ku dewleta Tirk heldanên xwe yên dagirkirina beşeke din ji xaka Sûriyê didomîne û wiha dom kir: "Tirkiyê vê yekê di bin navê noqteyên çavdêriyê pêk tîne. Rojnameyê derbarê mijarê de sernavê "Şandeyek çavdêriyê ya Tirkiyê çû gundewarên Idlib û Laziqiyê, da noqteyên nû yên çavdêriyê li rojavayê Sûriyayê bi cih bike" Rojnameyê di nivîsa xwe de her wiha da zanîn ku şandeya Tirk duh (Înê) berê xwe da herêmên sînor ên gundewarên Idlib û Laziqiyê yên rojavayê Sûriyê. Armanca vê şandeyê ew ku noqteyên nû li heêrmê bi cih bike. Dê ev noqteyên wan heta gundewarên Parêzgeha Hemayê jî pêk werin."

Rewşa sînorê Îsraîlê û Sûriyê

Di rojnameyên ereban de mijrek din ku derbarê rewşa Sûriyê de derkete pêş rewşa li ser sînorê Îsraîl û Sûriyê bû.  Di vê çarçoveyê de Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Lîbirman ji Colanê: Divê Esed Îran û Silêmanî biqewirîne" Rojnameya El-Erebî jî derbarê heman mijarê de sernavê "Rûsiya derbarê dayîna Fûzayên AS 300 ji rêjîma Sûriyê re gavan paş de davêje" avêt.

Rojnemaya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Bê dengiyek metirsyar li ser sînorê Îsraîl û Sûriyê, Rûsiya jî ji dayîna fûzayên AS-300 ji rêjîma Sûriyê re gav paş de avêt." Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku li herêma sînor a di navbera Îsraîl û Sûriyê de ji duh ve bê dengiyek bi tirs tê jiyankirin. Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Lêbirman ji Serokê Sûriyê Esed daxwaz kir ku  hêzên Îran ji Sûriyê derbixe. Îsraîlê got ku ew naxwaze were beranberî tu aliyan, Îranê jî diyar kir ku wan bargehên Îsraîl ên li Colanê topbaran nekirine. Li aliyê din jî Îsraîlê destnîşan kir ku tu têkiliya wan bi herêmên kêmkirina şer ku li Sûriyê hatiye ragîhandin, nîne."

Îraqê

Rojnameyên ereb di nûçeyên xwe yên îro de bal kişanin ser hilbijartinên Îraqê. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Hilbijartinên Îraqê Îro ne, di texmînan de dibe suprîz hebin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de diya kir îro hilbijartinên Îraqê destpê kirine û wiha dom kir: "Hilbijartinên perlemantoya Îraqê ku îro têne lidarxistin, texmînên têne kirin, nêzîk in. lê tu kes dûr naxe ku suprîzek derkeve holê."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku mafê 14 milyon welatiyê Îraqê ya dengdayînê heye û wiha dom kir: "Hilbijarê dê 329 perlemanteran hilbijarên. Ji 4 parekî wan dê jin bin. Hejmara perlemanteran wê ji nav 7 hezar namzetên ku nûnertiya gelek kom û hevkariyan dikin, werin hilbijartin."

Rojnameya El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Ebadî derbeyekê li parvekirina tayîfî dide" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî beriya hemleya piropogandaya hilbijartinan bi dawî bibe, derbeyek pêşinde li dijberên xwe xist û wiha dom kir: "Ebadî tekez kir ku ew ê careke din xwe ji bo serokwezaretiyê pêşniyar neke, ji ber cara berê li ser esasê parvekirina tayîfî pêk hatibû."

Lubnan

Li ser rewşa Lubanê ku çend roj berê hilbijartin lê hatin lidarxistin jî nivîs hatin weşandin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê " El-Herîrî daxwazên wezîrtiyê yên berê red dike" Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku El-herîrî daxwazên serokê Meclîsa Perlemanteran Nebîh El-Birî ku wezareta darayî ji şîa re here na pejirîne û wiha dom kir: "Cîgirê Sekretê Huzib El-Ah Neyîm Qasim jî daxwaz kir ku hikûmetek yekîtiya niştimanî were sazkirin û nûnertiya hemû hêzan bike. Her kes divê hebûna xwe di nava meclîsê de bigire."

Qudis bargehek leşkerî ye

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Filistînê jî sernavê "Îna amadekarî û seferberiyê dema veguhertina qunsulisa Amarîka pêk tê, li Xezayê 2 mijarê gerim derdixe" Rojnameiyê di nivîsa xwe de diyar kir ku hêzên Îsraîlê beriya veguhestina sefaretxandya DYA li Îsrîlê Qudis kirine bargeheke leşkerî. Di heman demê tîmên taybet ên Amarîka jî li herêmê bi cih bûne. Armanca wan ji vê yekê ew ku rê nedin meş û çalakiyên ku tê payîn 48 hêzên Filistînê û çepgirên cûhî lidar bixin."

Yemen

Rewşa Yemenê ku gelek şer lê tê jiyankirin jî di rojnameyên ereban de cih girtin. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Şerê El-Hedîda dijwar dibe" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku berava rojava ya parêzgeha El-Hedîda ya Yemenê ji duh ve şerê herî dijwar rû didin û wiha dom kir: "Şer di navbera hêzên hevbe yên Artêşa Niştmanî ya Yemenê  û Hûsiyîn de bi dijwarî dewam dike. Çavkaniyan destnîşan kirin ku Hûsiyîn hemû daraya serokê berê yê Yemenê Ebdulah Salih destserkirin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Îranê jî sernavê "Alistair Burt ji El-Şeriq EL-Ewset re: Em li ser şertên DYA bi Îranê re danûstendinan dikin" avêt.

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Firansa dê neba koleya Amarîka, Rûsiya jî itîfaqa bazirganî bi Îranê re pêk tîne" avêt. Rojnameyê got ku Firansa êrîşeke dijbwer ji bo parstina berjewendiyên şirketên Ewropî pêk tîn e û wiha dom kir: "Piştî DYA ji Itîfaqa nuklerî ya Îranê vekişiya, Fiansa qebûl nekir ku wekî kole ji bo DAY tevbigre û buhayê vekişîna wan bide. "

(dc)