Apê Tahir…mînaka berxwedana Şêxmeqsûd

Apê Tahir Cuha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi berxwedana xwe tê nasîn. Piştî şehadeta Fermandarê YPG′ê Bakur, îsrara wî ya berxwedanê zêde bû. 

Apê Tahir…mînaka berxwedana Şêxmeqsûd
Apê Tahir…mînaka berxwedana Şêxmeqsûd
Apê Tahir…mînaka berxwedana Şêxmeqsûd
12 gulan, 2018   04:20

MIHEMED EBDO-EHMED REŞÎD/HELEB

Apê Tahir Cuha ji pêkhateya Ereb e. Bavê 4 zarokan e, bi eslê xwe ji bajarê Idlibê ye û ev 40 salin li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijî. Apê Tahir di jiyana xwe de çûye gelek dewletên wekî Fransa, Yewnanistan, Siwîsre, Ispanya, Îtalya, Burtûxal, Lubnan û dewletên kendavê. 

Di navbera salên 1974-1976′an de li Lubnanê şerekî navxweyî rû da. Wê demê apê Tahir li Lubnanê dixebitî, li wir hat girtin û lêdan xwar tenê ji ber ku Sûrî ye. 

Piştî apê Tahir vegeriya Sûriyeyê çû erkê leşkeriyê pêk anî, lê careke din wek leşkerekî Sûrî vegeriya Lubnanê û beşdarî şerê navxweyî bû.

Piştî êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd komên çete derbasî taxê bûn û xwe gihandin kolana apê Tahir. Ji ber vê yekê hemû cîranên apê Tahir koç kirin û ew bi tena serê xwe li mala xwe ma. 

Apê Tahir diyar kir ku çeteyan mal û milkên şêniyên taxê didizîn û talan dikirin û wiha domand, ″Çeteyan cûdahî navbera biçûk û mezinan de. Derbasî mala min bûn û xwestin me ji malê derxin da diziyê bikin. Lê dema qebûl nekir, li me dan. Her wiha bêrûmetî li welatiyekî din ê temen mezin kirin da mala wî bidizin. Ev roj wekî dojehê di ser me re derbas bûn.″

Apê Tahir di jiyana xwe de gelek caran beşdarî şer bûye û dûrî malbatê ketiye. Ji ber vê yekê dema şerê Sûriyeyê qewimî qebûl nekir ku careke din dûrî malbatê bikeve.

Bakur ji gelê xwe hez dikir û diparast

Apê Tahir da zanîn ku komên çete d hefteyekê di kolana wan de man, heta şervanên YPG/YPJ′ê bi dest bi operasyona rizgarkirinê kirin. Operasyon ji aliyê Fermandarê YPG′ê Bakur ve hat birêvebirin. 

Apê Tahir destnîşan kir ku dema şervanan kolana wan rizgar kirin, hemû pêdiviyên wan wek ″av, xwarin û ceyran″ bi cih anîn. Apê Tahir wiha domand, ″Min pir ji şervanan hez kir û wateya rasteqîn a azadiyê nas kir.″ 

Apê Tahir di axaftina xwe de kesayeta Fermandar Bakur ku di operasyona rizgarkirinê de şehîd bûye vegot, ″Şehîd Bakur nizanîbû bi zimanê Kurdî baxive, lê min ji kenê wî fêm dikir. Li pey doza welatê xwe bû, ji gelê xwe hez dikir û diparast. Bi qasî ku ez li ser cenazeyê Bakur giriyam, li ser cenazeyê bavê xwe negiriyam e.″

Apê Tahir welatiyên taxê yên ku ji ber êrîşên komên çete birîndar dibûn, dibirin gel xwe û derman dikirin. Bi vî rengî apê Tahir jiyana bi dehan welatiyan xelas kiriye. 

Nasîna wî ji Fermandar Bakur re, hişt ku nirxên mirovahiyê nas bike. Piştî şehadeta Bakur, apê Tahir soz da ku ew ê destek her welatiyekî ku pêwîstiya wî bi alîkariyê hebe, bike. 

Komên çete li taxa Şêxmeqsûd gel saûqast dikirin û hemû rêyên ku ji mala apê Tahir diçûn sûkê girtin. Ji ber ku jiyana xwe bidomîne, ji şehîd Bakur hêz digirt û baxçeyekî sebzeyan li mala xwe çand. 

Bi destpêkirina êrîşên li ser Efrînê de, Apê Tahir li ser televizyonê dît ku dayîkeke Efrînî tevî zarokên xwe li çolê bê cih û war maye, ji xemgînî nexweş ket.

Apê Tahir diyar kir ku dema wî dît zarok û jinên Efrînê ji malên xwe hatine koçkirin û hin ji wan şehîd bûne, ez ji mirovahiyê bêzar bûm û min çavên xwe li nexweşxaneyê vekir. 

Apê Tahir bang li gelê Sûriyeyê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk yekîtiya xwe ava bikin. 

Şehîd Bakur ji Başûrê Kurdistanê bû. Beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di şerê Şêxmeqsûd de şehîd bû. 

(mm)

ANHA