Li Helebê hunermenda Kurd hat bîranîn

Li Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd Mizgîn di salvegera şehadeta wê ya 25′emîn de hat bîranîn. 

Li Helebê hunermenda Kurd hat bîranîn
11 gulan, 2018   20:05

EHMED REŞÎD/HELEB

Merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo Zeyneb Mihemed axivî, bal kişand ser jiyana şehîd Mizgîn û têkoşîna wê di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de.  

Zeyneb da zanîn ku şehîd Mizgîn di 15 saliya xwe de dest bi xebatên stranbêjiyê kir û bû sembola azadî, berxwedan û şoreşa çanda Kurdî. 

Zeyneb di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola jinê di şoreşan de û fedekariya jinên Kurd Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr anî ziman. 

Piştre koma Şêxmeqsûd a stranan straneke şehîd Mizgîn got û merasîm bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê, bi dawî bû. 

(mm)

ANHA