ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.05.2018
12 gulan, 2018   04:00

*Şopandina pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê û sînorê Sûriyê-Iarqê ji çeteyên DAIŞ′ê.

*Bi boneya salvegera duyemîn a vekirina pirtûkxaneya Rodî û Perwîn li bajarê Kobanê, şevbuhêrkeke helbestan tê lidarxistin. Saet 16.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Kobanê şervanekî YPG′ê li goristana Şehîd Dicle oxir dikin. Saet 17.00 (BI WÊNE Û DÎMEN) 

*Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê li salona Akademiya Şehîd Yekta Herekol şevbuhêrkeke helbestan li dar dixe. Saet 17.00 (BI WÊNE Û DÎMEN) 

*Apê Tahir Cuha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi berxwedana xwe tê nasîn. Piştî şehadeta Fermandarê YPG′ê Bakur, îsrara wî ya berxwedanê zêde bû. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

*Xebatkarên Bendava Tişrîn bi hemû hêza  xwe ked didin da ceyranê bifirînên, li aliyekî din jî dewleta Tirk bi rêjeya avê dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

DOSYA

*Li Iraqê hilbijartinên parlementoyê têne lidarxistin, di vê çarçoveyê de partî û rêxistinên siyasî yên Iraqê ketine tevgerê. Dibe ku nûnertiya Sunî û Kurdî ji holê were rakirin, da di 4 salên pêş de bandorê li ser biryarên tên girtin, nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

ÇAND Û HUNER

*Jina Tebqawî girîngiyeke mezin dide porê dirêj û ji bo xweşikbûna wê zêde bibe, pora xwe hene dike, dihune û guliyên xwe berdide ser milên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

*Herêma Çaxir Bazar a dîrokî li herêma Cizîrê dikeve û di encama xebatên lêkolînê de, tabloyên bi nivîsa mismarî û gelek alavên dîrokî tê de hatin dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

ANHA